Asîdnivîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Asîdnivîseke hunermendê spanî Francisco Goya (1746-1828)

Asîdnivîs azîneke grafîkê ye.

Ev azîna ku ji bo çêkirina wê, asîdên cûrbecûr li ser metalên anagor (sifir, çinko, hesin, tunc, pola û hwd) tên bikaranîn. Hunermend nîgarên xwe bi alîkariya asîdê li ser metal çêdike, asîd tenê ew cih û awayên ku hunermend dixwaze metal dixwe û dihimine. Maka (qaliba) metal li vir berevajiyê qewatinçapê, ne wekî muhreke qewartî ye lê wekî dest an jî dîwarekî bi xêz û terkên kûr e. Hibr tenê wê bikebe nav wan terk û xêzikan. Hunermend bi presekê ku bi destan tê bikaranîn wê vê maka metal li ser kaxizekî taybetî çap bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]