Asenat Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Tanaît Asenat Barzanî (1590 - 1670) keça malimê navdar Samuel Barzanî ye. Ji kurdên cihû ye û li Mûsilê jiya ye. Fêrî perwerdehiya Qabala yê bû ye.

Jiyana Asenatê[biguherîne]

Navê Tanaît lê hatiye kirin. Heta dema Asenat kêm pîrekan navên cihû li xwe dikirin. Piştî ku Asenat mir gelek cihûyan qista tirba wê ya li Amêdiyê kir. Bavê Asenat Samuel Barzanî mamosteyê Qabalayê bû. Asenat ji bavê xwe pir hez dikir û ew mîna Qralê Îsraîlê didît. Bavê wê mamosteyê wê yê pêşî bû. Piştî mirina bavê xwe karên wî berdewam kir. Ne tenê bû rabî, herwiha bû sereka Yeşîva bajarê Mûsilê û li Kurdistanê mîna mamosteya sereka ya Tewratê hat naskirin.

Garana Ferîştehan[biguherîne]

Asenat helbestvanek bû û di derbarê wêjeya cihûyan de jêhatî bû. Gelek çîrokên kurdî yên ku behsa behîtên Asenat dikin hene. Yek ji wan “Garana Ferîştehan” e. Piştî ku bavê wê mir, wê gelek cara di xewna xwe de bavê xwe dît. Bavê wê di xewnan de şîretên jiyanê lê dikirin û fêr dikir bê divê çawa li hemberî xetereyan bisekinê û gelek jiyanan bi parêzê. Her çiqas ku dijberên cihûyan hebûn jî, di xewnekê de Asenat şîret kiribû ku cihûyên Amêdiyê wêrek bikê de cejna Roş Hodeşê li derve pîroz bikin. Di dema şahiyê de cihûyan dît ku agir bi Kinîştê ket. Piştre mirovan dît ku Asenat navekî veşartî got û pê re garanake ferîştehan li ser banê kenîştê xuya kirin. Wan ferîştehan bi baskên xwe agir xemirandin. Piştre mîna garana kevokên spî ber bi bihuştê ve firîn. Piştî dûmana li dora kenîştê rabû mirovan dît ku kenîşt ne şewitiye. Hemû kes ji Asenat razî ma û piştî wê navê wê li kenîştê kirin ku hê jî heye.

Çavkanî[biguherîne]