Astiyag

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Iştovigo padşahê dawî ya Mad bû. Paş Kiyaksar, kurê wî ku navê wî Asteyax bû deselat girte dest. Ew jî nêzîkey 34 sal deselatdarî kir. Li serdema wî de wilatî Mad hêmin û kir û kip bû. Astiyag be lasayîkirdinewey patşayanî Aşûrî baregay drust kird û xelkêkî zor tiyaî kewtine kar kirdin. Derbariyekan cilî rengawrengiyan leber dekird û le rêwresim û bone taybetiyekanda zincîr û milwankey zêrîniyan dekirde mil.

Astiyag kiçêkî hebû be nawî Mandana, em kiçe dirabû be mêrd be yekê le serkirdekanî pars le başûr. Ewîş diwacar kurêkî debê ke nawî denên Kûruşê (Mezin). Katê Kûruşê gewre debêt xoy be Parsêkî tewaw dezanê û biriyarîş deda ke wilatî Mad dagîr bikat.

Lem law ewla supayek ko dekatewe û be siyasetîş xoy le babiliyekan nizîk dekatewe û dawayan lê deka ke pêkewe helmet berne ser împiratorî mad. Babiliyekanîş ke demêk bû le hesretî Haranda bûn ke rêgay hatuçoy nêwan Sûriya û Babil bû û lejêr destî Madekanda bû, debin be hawpeymanî parsekan û dû qolî hêriş debene ser wilatî Mad û paş gelê şerî qurs û giran, Astiyag ke zorîş betemen bû upatşa û serkirdey supay Mad bû, le layen parsekanewe be dîlî degîrê û çemeserî zor debînê. Bew cor e deselatdarî Madekan dekewête destî parsekan û Kûruşê Mezin detwanê hukûmetî hexamenşiyekan bo yekemcar damezrênê.

Bew cor e împiratorî Mad le salî 550î pêş le zayînda estêrey deselatî le tirûske dekewê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]