Auguste Beernaert
Ji Wîkîpediya
Auguste Marie François Beernaert (* 26'ê tîrmehê 1829 li Ostende; † 6'ê kewçêrê 1912 li Luzern) dadnas û polîtîkerekî Belçîkî bû. Sala 1909'î de Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.
Wî ji bo damezirandina dadgeha navneteweyî û çareserkirina pirsgirêkên dadmendî yên navneteweyî gelek xebat kirine. Herwiha, wî ji bo qedexekirina şerê esmanî jî hin angaşt amadekirine û qedexeyeke navnetweyî ya wiha gengaz dîtiye.
