Austen Henry Layard

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Austen Henry Layard

Austen Henry Layard (z. 5'ê adarê, 1817 - m. 5'ê tîrmehê, 1894) gerok, arkeolog, dîrokzanê hunerê, nivîskar û dîplomatekî navdar bû.

Layard li Parîsê ji dayik bûye û kurê kesekî bû ku di rêveberiya kolonial a Seylanê de kar dikir. Zarokatiya Layard para bêhtir li Îtalyayê derbas bûye, lê ew her weha li Ingilîstan, Franse û Swîsreyê jî perwerde dibe. Ji bo kar peyde bike berê xwe dide koloniya Ingilîstanê Seylanê.Ew rêwîtiya xwe sala 1839an di erdê re dike û piştî ku bi mehan li Îranê dimîne ji biryara xwe ya çûna Seylanê diqere û sala 1842an vedigere Stenbolê.

Li wir Layard Stratford Canning sefîrê Ingilîstanê naskir û ne fermî be jî Canning Layard weke dîplomat girte kar. Di 1845an de bi desteka Canning ji bo ku xirbeyên Asûriyan nêzî Musilê lêbikole berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Layard li vir heta 1847an dimîne û her weha diçe Kurdistanê û der barê gelên li Kurdistanê de agahiyên girîng ên wê demê bi riya pirtûka xwe ya bi navê Nineveh and its Remains Nînova û Bermahiyên wê digihîne me.