Avestakurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Avesta kurd malperek nuçe, çandî û hunerî ye.

Di malperê de nûçeyên rojane, hevpeyvîn, şîrove û nivîsên siyasî û civakî tên weşandin. Malpera avestakurd bi zaravayê kurmancî weşanê dikê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Dilbixwîn Dara ve tê birêvebirin. Avestakurd yek ji malperên kurmancî ye, ku herî zêde tê xwendin. Avestakurd roj bi roj di xebata xwe ya rojnamegerî de ber bi asteke bilindtir ve diçe.

Dîroka malperê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avesta kurd di sala 2000'î de li Almanyayê li bajarê Bonnê dest bi weşana xwe kir. Avestakurd destpêkê li ser kaxetê dihate çapkirin. Piştî 10 hejmara dawî li weşana xwe ya çapkirî anî û piştre rojnameya Avesta li ser internetê weke malpera Avesta kurd weşana xwe berdewam kir.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]