Avokado

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Avokado
Avocado fruit and foliage, Huntington Library, California
Avocado fruit and foliage, Huntington Library, California
Avocado fruit and foliage, Huntington Library, California
avokadoyek gihiştî û yek kerkirî
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Filûm: Angiosperms
Kom: Laurales
Famîle: Lauraceae
Cins: Persea
Cure: P. americana
Navê zanistî yê latînî
Persea americana
Mill
Hevwate

Persea gratissima

Avokado hêşînhatek daran e, ji malbata definan tê hesibandin. Bejna wê heta 15 – 20 m bilind dibe. Belgên wê yên kesk heta 40 cm dirêj dibin û naweşin. Kulîlkên wê zer in, fêqiya wê wek hirmiyan e û kesk e, lê ku digehe berbi mor û reşbûnê ve diçe. Di nava wê fêqiyê de dindikek mezin û girovir heye. Nava goştê fêqiya wê kesk, spî, kremî yan jî zer e. Goştê fêqiya wê wek rûn e. Ji rûnê avokado kremên çerm û rûnên ji tahrê (hetav –roj ) parastinê çêdibin.

Welat û dîrok[biguherîne]

Welatê avokado Amerîkaya Navîn e. Ji wir derbasî wilatên din bûye û avokado ji cihên germ hez dike. Spanyolan bi xwe re anîne wilatê xwe, li wir çandiniya wê kirine. Ji wir jî belavî deverên din bûye. Hidûdê lê hêşîn tê, ji Îsraîl, Afrîqa, Awustralya, Neuzêland dirêj dibe. Di 50 welatan de hêşîn tê. Li Tirkiyê jî ji salên 1960 an de li bajarên Mêrsîn, Adana, û Antalya çandiniya wê tê kirin. Li Kurdistanê dest bi çandiniya wê kirine an na ez pê nizanim; an jî di lêgerînan de lê rast nehatim. Lê heke bê çandin wê li germîyanan hêşîn bêt. Welatên herî zêde lê tên çandin Meksîka, Brezîlya, ABD , Kolombîa, Endonêzya, Spanya û hwd

Berhevkirin[biguherîne]

Belgên wê ji buharê heta payîzê dikarin bên berhevkirin, li ber sîberê bên hişkkirin, hûrkirin û di firaxên cam de bên paraztin. Lê ji ber ku pelên wê naweşin, ne hewceyî hişkkirinê ye. Fêqiya wê dema digehe, di mehên Gulan – Êlûnê de tê jêkirin û bi teratî ji bo xwarin, krem û seletan tê xebitandin.

Têdahî[biguherîne]

Fosfor, magnezyûm, hesin, proteîn, cûreyên rûnan, potasyûm, kasîyûm, çînko, naîsan, paxir, asîtên folîk, maganez, lîf, vîtamîn A, B1, B2, B3, B6, C, E, K û hwd.

Bikêrhatin[biguherîne]

1- Kêmasiya hesin ya bedenê ji aliyê xwezayî de temam dike. 2- Enerjiyê zêde dike. 3- Dibe alîkarê xwe nûkirina çerm. 4- Şaneyan ( malzar-hucre) diparêze û nû dike. 5- Antîoksîdanek binecîh e. 6- Sîstema xweragirînê bihêz dike. 7 –Bedenê li hember penceşêhrê diparêze. 8- Pêşiya depresyonan digire. 9- Kolestirolê dadixe. 10- Fonksîyonên dil sererast dike. 11- Çerm ciwan dihêle û xweşik dike. 12- Metobolîzma dixebitîne û sererast dike. 13- Edav (kurmîbûn) û kevirên gurçik, masane û sefrayê paqij dike û xebitîna wan tîne ser rewşa berê. 14- Ji bo nexweşiyên dil û rehan dermanê xweristî yê herî bikêrhatî ye û hwd.

Kêrhatiyên pelgên avokado: 1- Ji bo xistina zixtê bilind dibe alîkar. 2- Ji bo xebitîna dil gellek bikêrhatî ye. 3- Kolestirolê eyar dike û bedenê kişt (zinde ) dike. 4-Pêşiya ketina depresyonan digre. 5- Arêşeyên rûvikên stûr ji holê radike. 6- Ji bo nexweşiya hemorîdê bikêrhatî ye. 6- Hormonên zayendî (cinsî ) zêde dike û hwd .

Gotinên pisporan di derbarê avokado de: Nûman Aladax ku li welatên Rojhilata dûr, Asya, Afrîqa û Okyanûsyayê di salên 1985- 2008 an li ser çandiniyê lêgerîn û lêkolîn kiriye, dibêje: “ Li gor tesbîtên Mr.Aletis Corfidences “ Avokado bi xêra rûnên hundirên xwe pêşiya kolestirola di xwînê de digire, ji bo nexweşiyên dil û rehan (damaran ) dermanê xweristî yê herî bikêrhatî ye”. Avokado ji bo ciwanbûn, nûbûn û zindebûna bedenê, ji bo tenduristiya kezî, (baz-qas) reh, jiyên dil û gurçikan gencîneya (xezîna) xurekî ya xweristê ye. Avokado ji bo tevgêra metobolîzma ya ji bo rûn, protein, karbonhîtrat di asta herî bilinde xizmetê dike. Ji bo tenduristiya çavan, zeximbûna hestiyan, nexweşiyên diran, gurçik, masane, sefra, hişyarkirina sinîran, xebitandina xwînê, dermanê xweristî yê herî bi bandor e. Qaşilê wê kurman dixe. Avokado êş, kul, brînên aşikê qenc dike û birînan dikewîne, tîne ser rewşa berê û organên hundirîn tedawî dike”.

Di lêkolîn û ceribandinan de derketîye holê ku madeyên nava avokado pêşiya nexweşiyan digire, xwarinên bedena jinan û zarowan sîqal (li hev radigire- eyar) dike. Metabolizmê dixebitîne û eyar dike. Herçend kaloriya wê gellek zêdebe jî, ji ber hewandina madeya “Glotathîon “ şane ( hucre ) parêzek bi hêz e. Dewlemendtirîn fêqiya protaînê ye. Herweha madarek zêde vîtamîn E dihewîne. Dil û çerm diparêze û tevgêra wan sererast dike. Pîrbûna hucreyan direngî dixe, bedenê ji penceşêhran diparêze. Fêqîyek ji bo jinan gellek pêdivî ye.

Bikaranîn[biguherîne]

1- Çay 2- Maske 3 – Xwarin 4 -Selete 5- Av

Çaya belgên Avokado: 2 kevçiyên xwarinê pelgên avokado yên hişkkirî bikin nav qedehekê û ava kelî berdin ser bila 5-8 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paşê bi parzinin û vexwin. Heke belg taze bin, ji bo her qedehek avê 3-5 belgan hûr kin, berê 3-5 deqîqan bikelînin. Heke bi hinek bexdenozê re bê kelandin wê hêj baştir be. Hûn dikarin bi hingiv tamxweştir jî bikin. Nexweşên şekir divê bê hingiv vexwin. Ji bo kûrê (tedawî) rojê 3 caran 30 deqîqe berî xwarinê 3 hefteyan li pey hev vexwin. 10 rojan navberê bidinê û disan 3 hefteyan vexwin.

Maska avokado: Avokado spî bikin, bi kevçîyekî biherişînin. Hinek hingiv, hinek sîrka sêvan, zerikek hêkê, 3 kevçî dohnê zeytê bi hev re baş tevlihev bikin û li rûyê xwe xin. Bila 20 deqîqan li ser rûyê we bimîne û paşê rûyê xwe bişûn. Xwarina avokado: Heke gehiştibe dindikê wê derxin, hinek hingiv bi ser dakin û bixwin. Heke ne gehiştibe, bikin naylonekê, devê wê bigirin bila 2 -3 rojan bisekine heta bigehê.

Ava avokado: Avokadoyekê spî bikin, dindika wê derxin, 1,5 lître ava fêqiyan berdin ser û di robota mitbexê de li hev xin û vexwin. Seleta avokado: 1 avokado, 1 pîvaza teze, 3 ta sibit (dîl), 1 îsota sor, kevçîyek rûnê zeytê , 2 kevçiyên ava leymûnê. Avokadoyekê spî bikin, dindika wê derxin, bi çarkoşe hûr bikin, paşê pîvaz, sibit û îsotê jî hûr bikin ( heke îsota sorkirî be wê çêtir be), rûnê zeytê û leymûnê berdin ser, tev bidin û pêşkêş bikin.


Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar: Dermanxana xweristê, Lotikxane.com, 9/2010