Axîleûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Axîlês hat beralîkirin)
Axîleûs
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada, Komediya Xwedayî, Hades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Hevjîn
Zarok
  • Euforîon
  • Neoptolemos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanDêîdamia, Helenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Axîleûs an jî Aşîl (bi yewnaniya kevin: Ἀχιλλεύς, [a.kʰilˈleu̯s] Achilleus) di mîtolojiya yewnanî de lehengê Şerê Troyayê, şervanê herî mezin ê şervanên yewnanî û lehengê sereke yê Îlyadaya Homerê ye. Kurê Tetîs û Pêleûsê keyê Ftiayê ye.


Axîleûs ji hêla Xeîron ve hate perwerde kirin. Ew herî zêde bi kuştina Hektorê prensê Troyayê tê naskirin. Di dema Şerê Troyayê de li ber deriyên sûrên Troyayê ji bo tola hevalê xwe Patroklos hilîne bi Hektor re şer dike û di dueloyê de Hektor dikuje.

Axîleûs di dema Şerê Troyayê de

Her çiqas mirina Axîleûs li Îlyadayê nehatibe qalkirin jî li gorî hinek çavkaniyên din, di dawiya Şerê Troyayê de ji aliyê Parîs ve tê kuştin. Parîs bi avêtina tîrekî li pehniya Axîleûs, ew dikuje.

Li gorî hinek efsane û çîrokan, Aşîl tenê di pehniya xwe de nemir nîn e ji ber ku diya wî Tetîs bi girtina pehniya wî ew xistiye di nav ava nemiriyê (Çemê Stîxê) de. Ji ber wê yekê pehniya Axîleûs ango tendona Axîleûs wek zeîfbûn û kelsbûna yekî pênase dike û herwiha ev têgeh di warê tibê de jî tê bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]