Axkîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Axkîsa Golê (bi tirkî: Ahkis (1946); pişt re bûye Göllü), gundekî bi ser navçeya Tetwana Bedlîsê ve ye.

Piştê koçberî û qirkirina Filehan, Misilman lê cîwar bûne. Navê wî jî ji zimanê Ermenkî tê. Ermenkî Yeğekîs gotine û ev peyv guheriye bûye Axkîs. Yeğekîs ji cihê avî re tê gotin. Li deşta gund ava biharê cevaye bûye gol û ev av heta ber bi payîzê li deştê maye. Ji ber vê avê jê re axkîs hatiye gotin û dû re kurmancan navê golê jî lê zêde kirine bûye Axkîsa golê. Dîroknas Movses Xorenî di sedsala 5. de behsa vê golê dike. ( http://nisanyanmap.com/?y=g%C3%B6ll%C3%BC&t=tatvan&lv=1&u=1&ua=0 ) Gorî mezinên gund ji ber bendava li herêma zumpê jê re Axkîsa golê hatiye gotin. Di dema Filehan de li jora gund bendav hatiye çêkirin ji bo ku zevî bên avdan. Ji ber vê bendavê ji gund rê Axkîsa Golê tê gotin. Niha jî bendên ku Filehan çê kirine kifş e û dewlet niha di heman cihê de bendavekê cêdike. Di cihê vê golê de biharan du kanî der dibin û dema giyadirûnê kanî ziwa dibin. navê van her du kaniyan Kaniye Aşê û Kaniya Qultîkê ye. Filehan beriya ava Wan her du kaniyan girtine û bi ava berfê jî golek mezin çê kirine, hetanî tê gotin ku axayê Filehan keştiyên biçûk jî avêtine li ser vê golê.

Her wiha di herêmê de sê gundên ku navên wan nêzîkî hev in hene. Yek li ser navçeya Xîzanê ye, jê rê Axkîsa Gelî dibêjin. Ev gund gelek mezin e û niha şarêdarî ketiyê û bûye bajarok. Ji ber vê mezinbûnê ye herêma vî gundî jî êdî bi wî tete naskirin ku jê re Geliyê Axkîsê dibêjin.

Yek jî Axkîsa Kavarê ye. Ev gund li ser navçeya Tetwanê ye. Gundekî gelek biçûk e û tê de keyatî (mixtarî) tune. Piranî ji vê gundê re Axkûs jî dibêjin, kîteya dawîn hinek gilover tînin ziman.

Gundê ku dixwazim li vir binivîsim Axkîsa Golê ye. Di navbera Wan û Tetwanê de ye, ji Tetwanê 40 km dûr e. Ev gund li ser herêma Karçikan e. Gundên Tetwanê yên mezin yek jî ev gund e. Lê di van salên dawî de ji ber koçdayînê şêniyên gund gelek kêm bûne. Di zaroktiya Hekîmê Luqman (nivîskarê vê gotarê) de behsa ku şaredarî bikeve gund dihat kirin, lê niha xaneyên gund hema bêje ketiye di binê sed malan de. Niha jî nêzî hezaran şênî di gund de dijîn, piraniya malbatan ji sisêyan didu koçberî dane.

Gund bi deşta xwe tê naskirin. Deşta herî mezin li navçeya Tetwanê deşta Axkîsê ye. Deşt bê av e û ji ber bêaviyê çandiniya bêavî tê kirin, mîna nok, nîsk û genim tên çandin. Li aliyê din sewalvanî tê kirin û ji bo giyayê sewalan jî ket tê reşandin. Ket û giyayê pelex di gund de gelek tê dirûn. wisan herêmên bêgiya hewcedariya giyayî ji bo sewalên xwe ji vir pêk tînin.

Biharan deşta gund tije av dibe. Ji bo ku av bê valakirin dawiya deştê bi qulkirina çiya çaviyek hatiye vekirin ji vir ava biharê û çemê gund diçe tevî gola Wanê dibe. Çavî nêzî 1000 metroyan dirêj e. Cihê ku çavî diqede ji golê gelek bilind e û ji vir ku ava çem dirije çiraveke gelek mezin û rind çêdibe.

Mezreyên Axkîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê mezreyên vî gundî hene.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ber gund çiyayek heye û li serê vî çiyayî kelhek heye. Ji vî çiyayî re Kelha Axkîsê tê gotin. Kelh bi kevir û kislê hatiye çêkirin, lê ji ber ku gundî bi zêran geriyane kelhê ji ber kolanê anîne xelasbûnê. Dîsa çiyayê ku jê re Kelha Asrasê tê gotin di herêma gund de cihê herî bilin de.

Dêr, mizgeft, dibistan û mala tenduristiyê ya Axkîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gund de dêrek, mizgeft û mala tenduristiyê hene. Dêr ji aliyê Filehan ve hatiye çê kirin û piştî Fileh ji gund çûne Misilmanan ew wek mizgeft bi kar anîye. Niha ji ber mizgefteke nû avakirine dêr êdî nayê bikaranîn û li ber xirabûnê ye. Di gund de dibistaneke heşt salî heye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sevan Nîşanyan: http://nisanyanmap.com/?y=g%C3%B6ll%C3%BC&t=tatvan&lv=1&u=1&ua=0