Aydınlık (rojname)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aydınlık
Aydınlık Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Aydınlık
ZimanTirkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1921 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Malperwww.aydinlikgazete.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Aydınlık navê du rojnameyên bi romî (tirk) hatine weşandin e. Ji wan rojnameya ku Doğu Perinçek weşandiye bêhtir tê naskirin. Herdu rojname jî kemalîst in û dijberiya kurdan çi bi taktîkên şerê psîkolojîk, çi jî bi dijberiya aşkera kirine.

Rojnameyên bi heman navê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Aydinlik a Şefik Hüsnü di 1ê hezîranê 1921ê de derxistiye. Ev rojname bu tundî dijberiya kurdan dike, dardekirina Şêx Seîd dipesinîne, hin nivîsan de daxwaza komkujiya kurdan dike. Ev rojname di 12ê adarê 1925ê de ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin, lewra zagonên bi navê Takrir-i Sükun derketibûn, dewletê dixwest di pişavtina kurdan de biser bike, dilê kurdên bi darê zorê ji Kurdistanê hatine derxistin xweş bigire. Bi viya jî diviyabû dengên cuda û radîkal nebana.
  • Aydinlik a din di salên 1960î (dibe ku 1968) de derdikeve. Di weşana xwe de marksîst-lenînîst bû ev kovar lê navê sosyalîst û çepgiran deşîfre dikir. Gorî gelekan di serî de mîsyona wê provokasyon, sîxurî bûye.

Ergenekon û şerê psîkolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 19ê tebaxê 2011yê de hêzên ewlekariyê digirin ser avahiyê vê rojnameyê. Gelek ji berpirsiyar, nivîskarên wê tên girtin û di doza rêxistina veşarî ya dewletê Ergenekonê de tên darizandin.

Xwediyê rojnameyê Güney Reklamcılık Yayıncılık Matbaacılık Organizasyon Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi ye. Edîtorê niha Hikmet Çiçek e. Tîraja wê li dora 60.000ê ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]