Aysun Kayacı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Aysun Kayacı (bilêvkirina kurdî: Aysûn Kayaci, z. 20'ê gulana 1979, Stembol) yek ji model û aktrîstên Tirkiyeyê ye.

Di 15 saliya xwe de dest bi modeliyê kiriye. Ji malbateke gelek xizan û kedkar e. Di salên 2000î de dest bi aktrîstiyê jî kiriye. Sala 2004an wekî "modela herî navdar a salê" hate hilbijartin. Navê we bi hin futbolîstan re derketibû.

Kinaci herwiha moderatoriya TVan û stranbêjiyê jî dike. Dest bi xwendina dîroknasiyê li Zanîngeha Yeditepe kiriye. Hin caran siyasetê jî dike. Di 27'ê adarê 2008î de li dijî wê doza piçûkxistina gel hate vekirin ku wê di axavtineke xwe ya TVê de henekê xwe (qerfê xwe) bi komên xizanan kiriye.

Gotinên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • "...Ev çi cureyî demokrasî ye?! Dengê min û şîvanên li serê çiyê wekhev tê dîtin..."[çavkanî hewce ye]

Rêzefîlmên tê de lîstiye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sessiz Gemiler ("Keştiyên bêdeng")
  • Doktorlar - Kader ("Bijîşk - Çarenûs")
  • Zehirli Çiçek ("Kulîlka jehrîn")
  • Çat kapı ("Ji nişka derî ve")

Fîlmên tê de lîstiye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kısık Ateşte 15 Dakika ("Di nizmiya agir de 15 mînût")