Azad
Ji Wîkîpediya
Azad (* 1'ê rêbendanê 1974 li Sinê, Rojhilatê Kurdistanê) bi navê Azad Azadpour ji dayîk bûye. Azad rapvanekî elmane, kû bi eslê xwe Kurde. Azad navê „Der Bozz“ jî carna binav dibê. Berê navê wîyê hûnermendî "Azazîn" bû. Azad li Frankfurt am Main nêzî Ginnheim dijî.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Biografî
Azad weke kurdekê penaber hate Elmanya. Di sala 1984’anda cara ewil têkilîya wî bi Hip-Hopê re çêbû, pêşî bi Breakdanceêre. Dûvre pêşketinên wî di Graffitiyêde, di Rappêde, di Beatboxingêde, û herwisa di prodûsîyonêde jî pêşketinên wî çêbûn. Bi A-Bomb, Combad û D-Flamedi sala 1988’anda grûpa Cold-N-Locco damezrant, kû di 1990 bi navê Asiatic Warriors hat gûjerandin. Grûp bi bi stranê xweyên as/req’ê bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdîyê Rappê zû li heremî hat naskirin. Sala 1994 grûpê CDkek bi navê „Told Ya!“ weşant, û bi vê gavê grûp li derveyî heremî jî hat nasîn. Di nav salên çoyînde cûdabûn ketîn navbere hûnermendanda, û bi vî awayî grûp feşkilî. Sala 1999 Azad peymanek bi produksîyona Pelham Power Productionsre îmze kir.
[biguherîne] Pêşveçûn
- Bi derxistina sîngila Napalm di sala 2000 wî vegera xwe ya li ser sehnê parast.
- Di sala 2001’ande, Azad berhema solo xwe ya yekemîn bi navê ”Leben” (Jîyan) pêşkeş kir. Azad berheme xwe, komple bi serê xwe amade kir, ev yek jî ciyê xwe li hûnera hiphopa elman girt.
- Sala 2003’ande Azad berheme xwe ya doyemîn bi navê, Faust des Nordwestens (kûlma bakûrrojava) weşand.
- Sala 2004’ande Azad şirketek bi navê ”Bozz Music” avakir. Di bin peymana Bozz Music’ê de hûnermendên weke grûpa Warheit (Sezai, Jeyz, Chaker û Azad bixwe), rapperê Jonesmann, Yassir û Sti hene. Di heman salêde, skandalet li Hip-Hop-Open’a Stuttgart çêbû. Piştî pevçûna Azad bi Rappere Sido’re (kû gotin’nên giran derheqê dayîka Azad’de gotibûn), Sido sivik birîndar bû. Ev cara yekemîn bû kû di dîroka Hip Hop’a elmande (Ser-erdî - Overground), pevçûnek bi wî awayî hatî çêbûyî. Ev bûyer, gelek bala çapemenîyê kişand ser xwe, û navê Azad li gelek deran de hat derbas bû. Eynî sale Azad berhemek nû bi navê ”Der Bozz” (Serdar) berhev kir û derxist. Berhemê cihe xwe di nav Top-10’hêde li chart’a elman cih girt.
- Sala 2005’an Azad serkeftinek mezin bi berhama ”One” (Yek) a kû ligel rapperê Kool Savas’re bi dest xist. Bi vê berhemê, wan cihe xwe li Top-5’ca chart’a elman girt.
- Sala 2006’ande Azad berhemek nû bi navê ”Game over” (lehîstok xilas) weşand. Bi vê berhemê Azad cihê 8’emîn li chart’a elman girt.
- Sala 2007’ande Azad bi strana “Ich Glaub An Dich” (bawerîya min bi te heye) kû marşa rêzefîlma RTL Prison Break e, ligel Adel Tawil, bû yekemîn li charta singelen elmande. Bi vê rêye Azad statûsa zêr sitand. Ev singela wî xwe 150.000 firoşt. Azad bû yekemîn rapperê elman kû gihiştî vê amancê. Di heman salede, Azad berhemek nû bi nave “Blockschrift” (nivîsîna gir) weşand.
[biguherîne] Dîskografî
[biguherîne] Albûm
- 1994 - Asiatic Warriors - Told Ya
- 2001 - Leben (Her wiha, di vê albûmêde stranêk bi hûnermend Nasir Rezazîe jî heye.
- 2003 - Faust des NordWestens
- 2004 - Der Bozz
- 2005 - One (Ligel Kool Savas)
- 2006 - Game Over (Her wiha, di vê albûmêde stranêk bi hûnermend Şivan Perwere jî heye.
- 2006 - Der Bozz (Sti Remix)
- 2007 - Betonklassik (Ligel Warheit)
- 2007 - Blockschrift
[biguherîne] Sîngel
- 2000 - Napalm
- 2001 - Gegen den Strom
- 2001 - Leben
- 2003 - A
- 2004 - Phoenix
- 2004 - Kopf hoch (feat. Jonesmann)
- 2004 - Mein Block
- 2005 - Monstershit (feat. Kool Savas)
- 2005 - All 4 One (feat. Kool Savas)
- 2005 - Guck My Man (feat. Kool Savas)
- 2006 - Alarm
- 2006 - Eines Tages (feat. Cassandra Steen)
- 2006 - 2 Kaiser (feat. Seryoga)
- 2007 - Hölle auf Erden (feat. Warheit)
- 2007 - Ich Glaub An Dich (feat. Adil Tawil)
- 2008 - Zeit zu Verstehen (feat. Gentlemann)
- 2008 - Alles Lügen/Ghettobass

