Azad Berwarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azad Berwarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Azad Berwarî di 16ê tebaxa 1946an li bajarê Mehabadê (rojhilatê Kurdistan) ji dayîk bû ye. Malbata wî pêşmergeyên Şoreşa Barzan bûn. Bavê wî ligel rehmetî Mele Mistefa Barzanî di avakirina Komara Mehabadê de beşdar bû ye.

Xwendina destpêkê li Berwarî, Navendî û Amadeyî jî li Hewlêrê temam kiriye. Di salên 1966-1967 li Zanîngeha Mûsilê beşê Kîmya dixwîne, lê ji ber xebatên xwe yên siyasî temam nake. Tê girtin, piştî ku azad dibe, di sala 1972 de xwendina xwe temam dike.

Di sala 1964 de dibe endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), di sala 1970 de jî dibe endamê seroktiya Yekîtiya Qotabiyên Kurdistanê. Di sala sala 1972 de pêwendiyê bi Şoreşa îlonê re datîne. Di sala 1975 de sirgûnî Iranê dibe û hevaltiye nêzîk bi Idrîs Barzanî re datîne û di gelek waran de dibe alîkarê wî. Di sala 1979 de dibe endamê komîteya navendî ya PDK

Di hema salê de (1979) dema ku rêjîma Baas hewl dide Mesûd Barzanî li bajarê Viyena bikuje, Azad Berwarî wê demê li wir bû ye, wî dixwest bi Mesûd Barzanî re vegere Kurdistanê, di dema êrîşê de xwe davêje pêşiya serok Barzanî û wî diparêze, ew di wê êrîşê de birîndar dibe.

Di sala 1993 de di kongreya 11 de dibe endmaê polîtbîroya Partî. Di salên 2001 - 2004 de dibe berpirsiyarê giştî yê ragihandina Partiyê.

  • Azad Berwarî herwiha Zewicî ye û 2 keçên wî hene.
  • Ew bi zimanê erebî, kurdî û farisî baş dibe, her wiha heta radeyekê jî zimanê înglîzî û almanî jî dizane.
  • Azad Berwarî bi hêminiya xwe û siyaseta xwe ya kûr siyasetvanekî naskirî û bi ezmûn e.

Jêdera Avestakurd[girêdan daimî miriye]