Azad Dêrikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azad Dêrikî
Jidayikbûn1959 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Azad Dêrikî nivîskar û pêşmergeyekî kurd bû.

Azad Dêrikî (Fixredîn Emîn Muhamed Torî) di sala 1959'a li gundê Kassanê ser bi bajarê Dêrikê li başûr rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Azad Dêrikî li Gundê Kassanê xwedina xwe ya destpêkî bi dawî aniye. Xwendina xwe ya Amadeyî û ya Navendî li bajarê Dêrazorê li sala 1978-1979 bi dawî aniye. Paşê berê xwe daye Şamê û li wir xwendina xwe berdewam kir û di heman dem da Mamoste bû li xwendingeha gundê Kassanê. Derçûyê zanîngeha Şamê / Kûlîja Wêje/ beşê Cûgrafî di sala 1983-1984.

bûye Mamoste li Amadeyî û Navenciyên bajarê Dêrikê tako beşdariya wî digel Pêşmergeyên Partî PDK-Irak li Buhara 1991 de di Serhildana Adaraê de.

Xwedî Xêzan bû û 6 Zarok hene

Hêj Genc bû dema beşdarî di bizava azadîxwaziya kurdî li Sûriya kir, ciwanek çalak û Xebatker bû dinav Milletê xwe de, lewma cihekê Taybet di dilê wan de hebû û di civat û civînan de rêzkirtinek mezin hebû.

Dema beşdarî kirî di bizava Azadîxwaziya kurdî li Sûriya gelek pile û Berpirsyarî wergirtin û çalakiyên wi berçav bûn. Zîrk bûna wi hêla çavin dujmina lêvebin û bi çavek res berê xwe bidine û çend caran ji ber rolê wi yê diyar û rast gutinên wî, ew bû armanca dujmina û dûvelankê wî, wan li Surî hewlidanê tîror kirina wî bikin lê ji destên wan qurtal bû bi rengekê kesekî bawer nedikir û ji wê rojê were îrîşên xwe dijwartir kirin lê belê nekarîn bighin wî tako beşdarî kirî di Serhildana Buhara 1991 an de.

Beşdarî kiriye di şoreşa kurdî de li kurdistana başûr, di rojên despêkê de ji Serhildana Buhara 1991 an de bûye Pêşmergeyek di rêzên PDK de.

Jiber rolê wî yê berçav û zanebûna wî ya Siyasî û çalakiyên wî yên Netewî û Soreşgêrî û Rewşenbîriya wî ya berfireh bûye:

· Kadir li Bereyî Kurdistan li Zaxo.

· Serperstê Dergehê Ibrahîm Xelîl (Qapî yê- Zaxo) yê Sînor.

· Endam di Lijna(komîta) Navça Zaxo-PDK da.

· Endam di Nivîsgeha Rêkxistina Leşkerî ya (Supayî 1) da li Duhokê-Zawite.

· Pişkdarî kirye di Kongirê 11 da yê PDK li Sala 1992 weko Endamek helbijartî ji devera Zaxo û bûye Endamê Lijna Ragehandinê di Kongire de weko Nûyinerê (Tayê 1) PDK

· Berpirsê Ragehandinê û Radio ya FM di Lijna Navça Zaxo da

· Endam li Lijna(komîta) Navça Zaxo-PDK bo cara duwem di heman dem de Berpirsê Ragehandinê di Lijna Navça Zaxo û Berpirsê Radioya FM

Jiber ko ji Xame ya wî û Bizavên wî zor ditirsan lewma xwestin wî Tîror bikin li şeva 23/24ê çiriya paşîn a 1994an li Zaxo.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çendîn gotar û nivîsînên wî yên civakî, dîrokî, siyasî û hizrî di kovar û rojnameyên kurdî da belav bune, bi taybetî di kovara Metîn û Rojnama Xebat de.

Pirtukên wî:

  • 1995 Çerxên berî Dîrokê di Welatê dinavbera herdû Avan de. Bi erabî li sala 1995 de li Duhokê li çapxana Hawar hatiye çapkirin
  • 1998 Bajarên Kurda ‘Welatê xwe binase’ li sala 1998 li Hewlêrê û Almaniya ji layê Hevbendiya KAWA ya filokorê kurdî hatiye çapkirin
  • Kassan dinavbera kevi û nû de destnivîs
  • Sûriya îro û guherînên çav li rê destnivîs
  • Jiyana min ya Siyasî destnivîs

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera Azad Dêrikî Girêdana arşîvê 2017-09-18 li ser Wayback Machine