Azadiya derbirinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Azadiya derbirinê, weke bi navê azadiya ramanê jî, mirov karê bi navkê. Mirovek, ku kî bê û çi bê û çawa bê, bê gotin û sînor, ku karibê hizrên xwe bêne ser ziman, ji wê re tê gotin. Hin pîl û astên ku di bin gotina azadiya derbirinê de ên ku hene ên weke parastina mafê mirovan, parastina hanîna li ser ziman bê şert û merc ya ramanê û hwd di temenê xwe de diparezê. Di Welatên skandînavî ên weke Norwêc, Danîmarka û Swêdê de bi navê ytringsfrihed, yttrandefrihet tê ser ziman.

Di nava kurdan de, temenê wê bi dîroka wê re heya. Li Kurdistanê, ji olên weke ên Êzîdî, Cihû, Fileh, Misilman û hwd, ku hê gelek komên dîn ên etnîkî û olê hene, bi hev re ku rêz û hûrmetek di dana hevdû bi hev re dijîn. Rêzek, di dana hebûn, bawerî û hizrên hevdû yên ku dihanîna li ser ziman. Rêz, weke xelaka pirr giring a di temenê azadîyaderbirînê de ya. Bi wê re, ji wê re, weke ast û pîlekê jî ya. Mînak, ku oldar û zanistekî êzîdî li civata kurdên misilman û fileh û cihu rûnihê bi wan re bidê û bistêne, mirov karê di çerçova wê azadiya derbirinê de bêne ser ziman. Her wûsa, mirov karê ji bo komên din ên etnîkî û olî ên din jî bêne ser ziman. Di roja me de, gotinên weke demokrasî û azadiya ramanê bi hev re pirr behsa wan tê kirin. Bi vê yekê re azadiya derbirinê û demokrasî bi hev re weke xelaka azadiya mirov dihê ser ziman.

Ji aliyê din ve jî, îro, li cihanê ser 200 sed dewletî re dijîn. Di nav wan dewletan de, bi dehan xelk û gelên din ên cuda dijîn. Her dewlet, li gorî têgihiştina etnîkî bi nêzîkatiyeka netewperest nêzî bê û mafû azadiya xelk û gelên din ên ku di nav sînorê wê ên ku hatina kifşkirin de djîn, ji destê wan digirê an jî, wê mafê karê di xwe de bibîne ku mafê wan ji wan bigirê. Ji ber vê yekê, Neteweyên Yekbûyî, hin binatêr (metîn) nivîsandin û denezendin li ser mafê mirovan, ziman û parastina hebûna xalkan ya civakî. Welatên ku di neteweyên yekbûyî de, cihgirtina, çend ku pirraniyên wan, mohra xwe li bin wan xal û binataran xistina jî, li gor gîyane wê tevnegerihin. Minaq, weke tirkî, çend ku tê gotin, li binê hemûyan jî bê ku gelek ji wan mohrkirina jî, çend ku di konfaranse Lozanê de beşeka mazin ya axa kurdan hate xistin li nava axa wê dewleta tirk de jî, û ku ser 25 milyonan re kurd li wê beşa Kurdistanê ku kurd jê re "Bakûrê Kurdistanê" dibêjin dijîn jî, zimanê wan qedexe ye. Di bistanaka wan nîna ku têde zaroyeka xwe perwerde jî bikin.

Yekîtiya Ewropayê[biguherîne]

Li Ewropayê, ku weke temenê wê diafirêne. Pîvanên Kopenhagê hene. Bi wê re mirov karê Pîvanên Ottawayê, Pîvanên Dûblînê û hwd...

Rojhilat[biguherîne]

Li rojhilat, dewletên ku hene, Heta Î ro, ti binaterên ku mafê mirovan li berçav bigir in û derxina pêşîya hebûna dewletê hê ne nivîsandin. Hin gotin û Xalên ku ola misilmanetiyê hanîna ser ziman jî, dewlet, wan li gorî sîrove dikin û dikina temenê parastina dewletê de. Bi vê yekê re, ji temenê parastina mirov derxistina.

Mafê mirovan[biguherîne]

Îro, li her herêmên cihanê, komelên ku dibêjin em mafê mirovan diparezên avabûna. Weke AI û hwd... Komelên ku mafê ragihandina ramanê jî, ku dibêjin em diparezên ava bûna. Ên weke Komela Rojnamevanên Sînornenas û hwd...

Gelek komelên nivîskar û rewşenbîran jî avabûna; ên weke PEN hwd...

Çapamenî û mafê ragihandinê[biguherîne]

Çapemenî, ji bo ragihandinê ya. Di derbarê civakê de bûyer û qawîmînên ku di nav civakê de di bin, bi awayekî bêalî deike ku bêne ser ziman. Bi vê yekê re, hizir dihê kirin û xwestin ku divêt ku çapemenî azad bê. Lê heta îro jî, li ti welatî, çapamenî derneketîya dervî têgihiştina dewletê. Ji dêla ku mirov ji kirinên dewletê ên ku wê bêne şerê wî bi parezê, çapamenîyê, dewlet li ser mirov girtîya û dewlet li ber mirov û azadiya parastîya. Bi vê yekê re, gotina "çapemeniya welêt" afirîya û hatiye ser ziman.

Binatarên mafê mirovan û ragihandinê[biguherîne]

Neteweyên yekbûyî, li ser parastina maf, bnatarên ku nivîsandina hena. Li ser mafê mirovan û parastina wê, perwerdehiya bi zimanê dayikê, têkiliyên mirov û dewletê, komên civatî ên etnîkî, û hwd, ku hê gelek aliyên din jî di nav de mirov karê bêne ser ziman, li ser gelek xalan binatarên maf û azadî û ramanê û parastinê nivîsandina. Bi wê yekê azadiya ramanê jî, hatiye ser ziman.

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]