Bêdirav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bêdirav, bêpere navê seleteyek e. Seleteya lowiyan (fasûlî) e. Li Serhedê jê re bêdirav, bêpere dibêjin. Ev nav çawa derketiye, kes nizane. Pirraniya seleteyên pêjgeha kurd wisa bi rengdêran navan digirin.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lowiyan bikelînin (bixaşînin). Ji wê stekanek lowiyê veqetînin. Yên mayî li makîneyê bixin. Ew lowiyên we veqetandiye, bixin badiyekê. Tehîn, sîra kutayî û ava nîvê lîmonê tevlî bikin, tevdin, jê çencekê amade bikin.

1 stekan lowiya xwe bixin bindanka xwarinê. Pîvazê hûrê navê bikin û bexdenûsê bixinê. Sosa we çêkiribû berdin serê. Herwiha rûnê zeytê jî.

Îsota sor tîke bikin, bi tevî zeytûnan têxin bindankan. Sirkeya xwe jî pê werbikin û bînin ser destexaneyê.