Bêrecûg

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Bêrecûgê
Birecik
Birecik Kalesi.jpg
Kela Bêrecûgê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Bêrecûg

Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 69 gund

Gelhe (2009) 88.102[1] kes
Rûerd 852 km2
Berbelavî 103,4 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 37°1′30″Bk 37°58′38″Rh / 37.025°Bk 37.97722°Rh / 37.025; 37.97722
Gelhe (2009) 47.034 kes
Bilindayî 350 m
Koda postayê 63400
Koda telefonê (+90) 414
Bêrecûg is located in Tirkiye
Bêrecûg

Bêrecûg, bi suryanî Birtha ("kelhe"), bi tirkî Birecik, bi erebî al-Bīrā البيرا, bi fransî Bile û bi navê xwe yê herî kevn (bi yewnanî) Makedonopolîs navçeyeke Rihayê li Bakurê Kurdistanê ye û nêzika sînora Sûriyê ye.

Bêrecûg li kênara behra Ferêt radiweste û li ser rêya Dîlok û Rihayê ye. Di sala 2005an de hejmara Bêrecûg 46.238 bû. Bi piranî kurd tê de dijîn û gel bi piranî misilman in, lê heta destpêka Şerê Cihanê yê yekem ji sedî 20 a hejmarê xiristiyan (ermenî) bûn. Heta sala 1980an de gelek kurdên êzîdî tê de dijiyan û Bêrecûg weke navendeke êzîdên bakûr dihat nasîn[2].

Bêrecûg xwediyê bendavekê ye jî. Navê wê Bendava Bêrecûgê ye. Ev bendav bajarê antîk ê bi navê Zeugma (Belkis) daqultand[3].

Taybetmendiyeke Bêrecûgê ev e ku bajar weke axa kêlhenekan tê nasîn. Di hemî dunê de kelhênek bi tenê li vir û li Sûriyê jiyaneke xwezayî/wehşî derbas dikin. [4]. Tê gotin ku kelhênek berê ji aliyê gel ve weke çûkeke pîroz dihat qebûlkirin û lewmane jî dihat parastin. Lê belê ji sedsala 20an ve heta îro kelhênek bi tunebûnê re rû bi rû maye.

[biguherîne] Galerî

[biguherîne] Çavkanî

  1. tuik, 2009
  2. Gernot Wießner: „ … in das tötende Licht einer fremden Welt gewandert” In: Robin Schneider (Hrsg.): Die kurdischen Yezidi. Ein Volk auf dem Weg in den Untergang. Pogrom 110. Gesellschaft für Bedrohte Völker, Göttingen 1984. ISBN 3-922197-14-0; S. 31–46 Online als pdf
  3. Dartmouth Flood Observatory - Der Birecik-Damm
  4. Die Waldrapp-Kolonie am oberen Euphrat, Journal of Ornithology 2005, pdf 873 kb

37°01′30″Bk 37°58′38″Rh / 37.025°Bk 37.97722°Rh / 37.025; 37.97722

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din