Bêvaciya Bêvacî (pirtûk)
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bêvaciya Bêvacî an jî Bêhawayiya Bêhawayî (bi erebî: تهافة اتهافةا, Tahâfet et-Tahâfah) berhemeka fîlozofê Endulusî Ibn Ruşd (1126 - 1198) e. Ew wê pirtûka li ser pirtûka Xezalî ya bi navê "Bêvaciya Fîlozofan" (Bêhawayiya Fîlozofan) (bi erebî: تهافة الفلاسفة, Tahâfet el-Falâsifiyah) dinivîse û di pirtûka xwe de lênêzbûna Xezalî ya fikrên fîlozofan rexne dike û fikrên Aristoteles û fîlozofên din li hembera Xezalî diparêze.
Wî di pirtûka xwe de ji pirtûka Xezalî de jêgirtin kirina û li ser wan jêgirtinan wek diyalogan pirtûka xwe bi zimanê erebî nivisandî ye. Pirtûk ji hêlekê de jî gengeşiya navbera fîlozofên îslamê yên neoplatonîstên wek Farabî, Ibn Sîna û nimînerê Eşarîyan îmamê Xezalî ye.
Girêdanên derve [biguherîne]
- pirtûk wek text — muslimphilosophy.com