Bêvaciya Fîlozofan
Bêvaciya Fîlozofan an jî Bêhawayiya Fîlozofan (bi erebî: تهافة الفلاسفة, Têhafût el Felasîfe) berhemeka El-Gazalîya ko ew di pirtûka xwe de fikrên fîlozofên wek Îbnî Sîna, El-Farabî û mamosteya fikrên wan, Aristoteles rexne dike ye. Îmamê Gazalî bixwe ji bastana tradîsyona Eşarîyan bû û va pirtûka ji hêlekê jî gengeşiya navbera rêbara Eşariyan û rêbara Neoplatonîzmê ye.
Ew pirtûka ji pê Meqasîd el-felasîfah(Armanca fîlozofan) re hatiye nivisandin. Meqasîd el-felasîfah wek puxteya fikrên Îbnî Sîna bû. El Gazalî di pirtûka xwe de dibêje ko, tu problema wiya bi şaxên felsefeyê wek Fîzîk, Mantiq, Astronomî û Matematîk ve tune ye. Ew dîsa dibêje ko ew bi tenê rexneyên xwe li ser lênêzbûna wana Metafîzîkê dike ye.
[biguherîne]
Bêvaciya Fîlozofan ji bîst beşan pêk tê û ew lênêzbûn îddîayên Îbnî Sîna û fÎlozofan red dike ye. Îbnî Ruşd ji pê re di pirtûka xweyê bi navê Bêvaciya Bêvacî de Gazalî ji bo va pirtûka wî û lênêzbÛnên wî rexne dike.
[biguherîne] Girêdanên Derve
- The Incoherence of the Philosophers Lahore, 1958, 1963 Wergera bi Îngîlîzî ji aliya S. A. Kamali. [pdf]
- The Incoherence of the Incoherence Wergera ji alÎya Simon van den Bergh.