Bîşî (kate)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bişî

Bîşî cureyekê nan û xwarinan e. Hevîrê ku di nava rûn de tê pijandin e. Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê tê xwarin lê bi navên cuda tên navkirin.

Kurdên Erdêxan, Îdir, Qers, Ezirgan, Erzîromê peyva bîşî bikartînin.

Bîşî ne tenê bi hevîr tê pijandin, wekî kateyên dagirtî, kateyên tijekirî jî dibe. Ango hundirê wê bi toraq, penîr, siyale yan tiştekê din jî dikare bê dagirtin.

Lê bîşiya tîpîk û navdar tenê ji hevîrê ye, tiştekê nayê tevlîkirin. Hevîr hinekê bi ard (arvan) tê ziwakirin û girik tên vekirin. Ne wekî pelhevîrkê (şikeva), stûr e, wekî kateyan tê vekirin.

Azerî jî bîşiyê dixwin, di pêjgeha Azerbaycanê de herwiha cih digire.