Bîco

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bîco

Bîco, biraşka Rewanê, biraşka Mêrdînikê, kebaba Oltiyê, caxkebab cure kebabek ji pêjgeha kurd e.

Li deşta Rewanê, parêzgehên Erzîrom, Erdêxan, Qers û Îdirê gelek tê xwarin.

Navên wan gelek tên tevlîhevkirin lewra li hin herêman hinekê cuda tê çêkirin û bi awayekê din tê binavkirin.

Bo pijandinê şivik tên bikaranîn. Li Erdêxan, Qers, Erzîrom û Îdirê û herwiha di nava kurdên Ermenistanê de ev cure kebab pirr hezkirî ye. Bi taybetî bîco yan caxkebaba Mêrdînikê gelek bitehm e.

Navê xwe ji bîcoyan ango şivikên pijandinê digire. Cax kebab jî dibêjin. Oltîkebab ji tê bikaranîn.

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji goştê berxan tê çêkirin û li ser bîcoyan (şivik) tê pijandin, bi nanê loş tê xwarin.

Îsota reş, pîvaz, goşt û biharbêhn (biharat) tê tevdan. Li ser bîcoyan tê rêzkirin û li ser agirê darê tê pijandin. Lê hema nayê xwarin, goştê pijandî tê jêkirin û îcar jî wê li ser caxikan dipijînin.