Bîra qederê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bîra qederê hat beralîkirin)
Bîra qederê
Nivîskar Mehmed Uzun
Şêwe Roman
Ziman Kurdî
Dîrok çiriya paşîn 1995
Weşanxane Avesta
Rûpel 260

Bîra qederê navê romaneke nivîskarê kurd Mehmed Uzun e. Ev roman di meha çiriya paşîna 1995an de derket û li ser jiyana malbata kurdî ya Bedirxaniyan e. Roman ji 260 rûpelan pêk dihê.

Bira Qederê mêweya hostetiye ya Uzun e û bûye klasîkekê wêjeya cihanê.

Roman bi mirinê dest pê dikê. Roman ji şazdeh wenêyan pêk tê, piştî mirinê êdi wenê dipeyivin. Wenêyên Celadet, malbata Bedirxaniyan li Stembola destpêka sedsalê, herdû şerên cîhanê, rojên surgûnê li welatê xerîbiyê, Xoybûn, Hawara Kurdî ku ji Şamê bilind dibe, jiyan û evînî li Elmanya pîșt șerê yekemîn… Ev tev bi hostayetiyeke wêjeyî û hunerî, bi hevre hatine girêdan.Mehmed Uzun di “Bîra Qederê”’de jiyana Celadet kû ji her alî ve bi xebat, êvin, têkilî, war û her tiştê xwê ve trajîk bû û dîroka malbata Bedirxaniyan, ya bi hesret û keser, bi ax û nalîn dide nîşan.

Şazdeh wenê û şazdeh bêș. Her bêș wêneyê xwe bi geșî û berfirehî șayesar dike. Di destpêka her bêșî de ew wêne bi dîrokên wan ê dema ku tê de hatine girtin û bûyerên wî çaxî bikekit cih digrin.Bi taybetî bûyerên dîrokî nakevine pêșiya jiyana Celadet Bedirxan le belê bergeheke cuda û fireh didine nivîsarê.

Roman ji dayikbûna Celadet Bedirxan û danasîna Bedirxaniyan dest pê dike.Celadet mirî ji dayika xwe dibe û li ser anișka birêke di hewșa kesra wande li Stembolê șiyar dibe û çaven xwe di veke Gerdûnê. Jiyana xwe jî li Surî di birekî de dide. Bi wî awayî roman li ser hevêrkekî ye jiber kû di destpêk û dawiya jiyana Bedirxan de bir heye. Ew bûye metaforek di romanê de. Bir li pey Celadet dice û hukm li qedera Mîr dike. Ji alîye din ve bir bi kurdî sînonîma xêw(memory) e. Bi ve bêje alegorîyek tê naskirin.

Mehmed Uzun di vê romanê de bi çar zimanan kar tîne; zimanekî rewşenbîrî û zimanekî xelqê ji alîyen karaktêran ve jî ew carna bi zimanê xwe dinivîse û carna jî dihele kû Celadet binivise. Gotinê Bedirxan bi nivîseke îtalîk cih digrin û bi vî warî ji cudatir in û xwe bi hesanî didine naskirin. Her çar ziman jî herikbar, zelal û xweş in. Di warê honandinê de, bilind e, di warê bihevxistina hevokan de, bilind e. Ji ber vê yekê, “Bîra Qederê” radeyeke nûye, berhemeke nûjen e, forma wê ya wêjeyî bilind e û bi zimanê xwe ve dewlemend e. Heger em gotinê bihînin ser hizir û temaya vê romanê, em tiştekî nûh, kûr û fireh dibînin, rewşa rewşenbîrên kurd yên berê, bi rengekî berfireh û piralî hatiye honandin û xemilandin. çanda kevnar û hawayê jiyanê li Mezopotamiya, herêmên cuda yên Kurdistanê û sirgûnê mîna rêzefîlmekê bi bîr tîne. Em bi vê romanê, civat û dîroka xwe, derd û êşên rewşenbîrên kurd yên berê û tekoşîna wan ji bo bidestxistina mafê çarenûsî hîn dibin.

Nefî bûn û êșa wêna, biteniya xwe di welatekî cuda û durî axa Kurdistanê, bêçaretiya bo gelen kurd e kû qedereke bêyom li ser aniya wan niviskîri bû, bandore xwe ne bi tenê li ser Celadet Bedirxan heliștiye, Mehmet Uzun kulên dile xwe jî bi zimanê wiya diveguhesê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]