Bidlîs

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Bîtlîs)
Bidlîs
Bitlis
Heye? Heye?
Ala bajêr Mertalê bajêr
Dûgel Kurdistan - Tirkiye
Parêzgeh Bidlîs
Serbajar Bidlîs
Rûerd km²
Rûniştvan (2007)
Berbelavî kes/km²
Malper Malpera bajarvaniya Bidlîsê []
Parêzgeha Bidlîsê
Parêzgeha Bidlîsê

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 37° 54´ û 38° 58´ bakûr û merîdyenên 41° 33´ û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi Mûşê, li başur bi Sêrtê, û li rojhilat jî bi Gola Wanê tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê qismek (1.874 km²) ji Gola Wanê 8.551 km² pêk tê. Ji kismê reşahiyê ji %71 çiya, ji %10 deşt, ji %3 zozan û ji  %16 jî plato ye. Ji vê erdê ji %80 ji bo çandiniyê kêrhatî ye. Tûtin, gûz, genim û çewder ên herî pir li herêmê tên çandin in.

[biguherîne] Avhewa

Li herêmê avhewayeke di navbera reşahî û Behra Sipî de serdest e. Zivistanan pir sar, havînan jî hênik derbas dibe.

[biguherîne] Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr

  • Elcewaz (Adilcevaz), nifûs 43.755, pîvana erdê 812 km² ye. Navçe li bakûrê Gola Wanê ye.
  • Xelat (Ahlat), nifûs 36.490, pivana erdê 1044² ye. Navçe li rojavayê bakûrê gola Wanê ye.
  • Çuxûr an Norşîn (Güroymak), nifûs 34.175 e.
  • Xîzan, nifûs 38.174, pîvana erdê 917 km² ye. Navçe li bashûrê bajêr e.
  • Motkî, nifûs 38.697, pîvana erdê 1.068 km² ye. 25 km dûrî bajêr e.
  • Tûx an Tetwan (Tatvan), nifûs 80.046, pîvana erdê 1.235 km² ye. Navçe li başûrê rojava yê gola Wanê ye.

Tevayî ya nifûsa herêmê (tevî gundan) 339.645 e.

[biguherîne] Çiyayên herêmê

Sîpan (4.058.m), Ziyaret (3.002 m), Nemrûda Bidlîsê (2.935 m)ê Turşik (2.828 m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.

[biguherîne] Deşt û zozan

Ji ber çiyabûna herêmê deşt û zozan li herêmê kêm in. Deşta Revha, Ahlat, Arîn û Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne

[biguherîne] Nivîsara sernameyê

Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin 1.900 m yî.

[biguherîne] Çem û gol

Li herêmê gola herî mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê golên krater jî hene. Wek Nemrûd, bilindbûna wî ji behrê 2400 m ye. Mezinbûna golê jî 10 km² ye. Mezinbûna Gola Nazlûk 3,5 km² û ya Arînê jî 13,5 km².

Çemên ku li herêmê diherikin Botan, Xerzan, Bidlîs û Oranz in.

[biguherîne] Serwetên bin erdê

Hesin, krom, asbest, fosfat, perlît û kevirê ponz li herêmê ji bin erdê dertên.

[biguherîne] Babetên heywanan

Herêm ji bo nêçira berazên kovî, gur, hirç, werdek, kew û bizinên çiyayî musaîd e. Di çem û golên herêmê de mehsî jî tên girtin.

[biguherîne] Dîn (ol) û civak

Mislimantî li herêmê pir xurt e. Li herêmê bandora terîqetan li ser gel pir e. Piraniya nifûsa herêmê kurd in. Tirk û ermenî jî li heremê hene. Herêm bi tirbe û medreseyên xwe tê naskirin, wek: Seyîd Brahîm, Ziyattin Xan, Şemsî Bidlîs û hwd.

[biguherîne] Xwarênên herêmê

Şekalok: nîsk û nok di beroshê de tê kelandin. Qaşilkên hişk (zuha) yê xiyaran di beroşek din de tê kelandin. Kiftên ji qîme û bulxur çêkirî dikeve nav beroşa ku nîsk û nok tide dikele. Hinek av û xiyarên hişk dikeve navê û piştre rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Kifta Bidlîsê, Tutmanc, Çortî û Biryanî xwarinên din yê herî naskirî yê herêmê ne.

[biguherîne] Kincên herêmê

Zilam "şal û şapik" (ku ji mû yê bizinan çêdibe) li xwe dikin. Bi ser şal û şapik de kefiyek li pişta xwe girê didin. Kefî yan jî "egal" didin serê xwe. Pêlava ku dikin nigê xwe li herêmê ji re dibijin "xarik". Gorên ku dikin nigê xwe ji hirî tên çêkirin.

Jinên Bidlîsî piranî fîstan û entarî li xwe dikin. Jinên malên dewlemend carna çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Êlegek ku ji mû tê çêkirin jî bi ser fistan re li xwe dikin. Di bin fîstan de jî derpiyek ku ji re dibêjin "direl" tê li xwe kirin. Di niga de çarox û gorên ji hirî çêkirî hene. Şarpeyek ku ji re dibêjin "laçik" bi kefî re li serê xwe girê didin. Kefî bi perê hesin yan jî zêr tê xemlandin.

[biguherîne] Nav û kronolojiya bajêr

Navê bajêr yê kevn ji alî Îskenderê Zulqerneyîn ve wek "bad- lis" hatî ye danîn. Piştre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhertin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiş derbas dibe.

Berî Îsa (zayîn)

  • 1000 Dema Urartiyan
  • 550 Dema persan
  • 331 Dema Mekedoniyan

Pishtî Îsa (zayîn)

  • 641 Dema Ereban
  • 990 Dema Merwaniyan
  • 1207 dema Eyûbiyan
  • 1220 Mîrîtiya SHerefxanan
  • 1230 Dema Selçukiyan
  • 1394 dema Moxolan
  • 1405 Dema Akkoyuniyan
  • 1467 Dema Akkoyuniyan
  • 1495 dema SHerefxanan ya duyemîn.
  • 1514 Dema Osmaniyan
  • 1578 Dema SHerefxanan ya sêyemîn
  • 1670 Dema Osmaniyan ya dûyemîn.
  • 1915 Dema Rusan
  • 1916 Dema Tirkan

[biguherîne] Cihên turîstîk û gerê

Herêm ji alî tarîx û tabîatê ve pir dewlemend e. Tetwan, li ber gola wanê ciyek turîstîk e. Xelat jî ji alî tarixa xwe ve pir kevn e. Kela Bidlîsê, tirba Şerefxan, Mizgefta Mezin û ya Kureysh, medresên herêmê (wek Ihlasiye, Hatibiye û Nuhiye ) cihên herî pir tên ziyaret kirin.

[biguherîne] Navdarên bajêr

navdarên ku herî pir tên naskirin yên herêmê ne.


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce