Bûyerên rojane
Ji Wîkîpediya
| 'G8-ê bo mizakereyan heta Îlonê wext da Îranê'
Pirsgirêka hewldanên rejîma îslamî ya Îranê ya derbarê bidestxistina çekên atomî kete rojeva civîna G8-ê. Di civîna serokwezîr û serokdewletên heşt welatên ji aliyê aborî û teknîkî pêşketî, de li ser pirsgirêka bi Îranê re hate minaqeşekirin û serokê Fransayê Sarkozy helwesta G8-ê diyar kir. Sarkozy got bo bi civaka navnetewî û saziyên navtewî re dest bi mizakereyan bike, wan heta dawiya Îlonê wext daye Îranê. Heger Îran helwesta xwe ya heta niha bidomîne û goh nede civaka navnetewî dê bi encamên helwesta xwe jî razî be. 'Li Kurdistanê di nava 6 mehan de 131.349 binpêkirina mafan' Komela Mafên Mirovan (ÎHD) şaxê Diyarbekirê rapora xwe ya nîvsala 2009-an belav kir. Bi minasebeta pêkêşkirina raporê, li avayiya Komelê civînek çapemeniyê hat lidarxistin û serokê ÎHDa Diyarbekirê Muharrem Erbay rapor pêkêş kir. Di raporê de tê desnîşankirin ku di nava şeş mehên bohirî de li bajarên Kurdistanê 131 hezar û 349 car maf hatine binpêkirin. Ji 112 hezar û 18 kesên ku dengê xwe dane DTP-ê Qerta Kesk (qerta nexweş pê diçe doktor û nexweşxanê) paşde hatiye wergirtin. Di raporê de tê desnîşakirin ku di sê mehên pêşî yên vê salê de îhlala mafan kêm bû ne lê zextên li ser DTP-ê û saziyên sivîl piştî hilbijartina herêmî dijwar bû ne. Rapor destnîşan dike ku di vê demê de 945 kes hatine binçavkirin û ji vanan 414 kes bi biryara mahkemeyan hatine girtin. Ji 112 hezar û 18 kesan jî Qerta Kesk hatiye wergirtin. Rapor destnîşan dike ku di vê demê de pênc kesên ku ji sedemên olî bûna armanca cudakariyê serî li wan dane. 'Li Îraqê 41 li Afxanistanê 25 kuştî' Li Îraqê, li bajarê Telaferê li heman cîhê di nava çend deqiqeyan de du bombe teqiyan. Li gora agahiyan di encama teqînan de 41 kes hatin kuştin û 62 kes jî birîndar bûn. Dîsa li Pakistanê li devera Logarê li hemberî dibistanekê kamyona bombedagirtî teqiya. Di encama vê teqînê de jî pirrayiyê wan xwendekar 25 kes hatin kuştin, gelekê din jî birîndar bûn. |

