BMW

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Logoya BMW'ê
Barûya Çarwîk a li Münchenê, herwiha muze ye.

BMW (Bayerische Motoren Werke AG - Fabrîkên Motorê yên Bayernê PH/Pardarîya Hevpişk) fîrmayeke alman e ku hilberîna otomobîl, motor, motorçerxe û duçerxeyan dike.

BMW herwiha xwediyê fîrmayên Mini û Rolls-Royceê ye. Zêdetirî 100 hezar kes di van fîrmayan de dixebitin. Ciroya sala 2007'ê 56,018 milyar € ye. BI markaya BMWê heman salê hilberîna 1.302.774 otomobîlê, bi giştî jî 1.541.503 otomobîlê hatiye kirin. Dîsa heman salê hilberîna 103.396 motorçerxeyê hatiye kirin. Zimanê fermî yê fîrmayê îngilîzî û bengewazî jî 'sheer driving pleasure' (kêfa ajotinê ya rastîn) e.

Fîrma sala 1913'yê ji aliyê Karl Friedrich Rapp li Münchenê hatiye damezirandin. Dalên pêşîn tenê hilberîna motorên balafiran hatiye kirin, sala 1928'ê bi kirrîna Fahrzeugtechnik Eisenach A.G.yê ve dest bi çêkirina otomobîlan jî kirine. Sala 1929'ê bi otomobîla 3/15 PSyê derketine bazarê.

Di şerê cîhanê yê duyem de fabrîkên wê hatine rûxandin, heya sala 1948'ê ku motorçerxeyên erzan çêbikin, li ser karê hilberîna alavên pêjgeh û baxçevaniyê rawestiyane. Di salên 1960'î de di bazarê de ji xwe re cih çêkirine.

Ji ber ku berê hilberîna motorên firokeyan dikirin, amblema fîrmayê de şîn rengê esmanê, spî jî baskên firokeyê temsîl dikin. Herwiha ev reng ên Bayernê ne jî. Ango di ala federedewleta Bayernê de spî û şîn hebe.

Pêşangeh[biguherîne]

Girêdan[biguherîne]