Başûrê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sînorê fermî ê Hêrêma Başûrê Kurdistanê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî
Hêrêma Başûrê Kurdistanê li gor Otonomiya 1970'î
Kurdistan 2009.png

Başûrê Kurdistanê ji bo ev perçeyê Kurdistanê te gotin ku di nav sinorên Iraqê de ye. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Dihok, Xaneqîn û Zaxo hene.

Li navenda Silêmaniyê qasî 500.000 kes dijîn. Parêzgehe Kerkûke, ji Çemçemal, Leylan, Sen gaw, Qadirkerem, Daquq, Tûzxûrmatû, Pirdê, Teq teq, Axçeler, Şûwan û Heskerê pêk tê. Li navenda Kerkûkê qasî 200.000 kes dijîn. 5. Parêzgehe Xaneqînê, ji Nefitxane, Kelar, Kifî, Celewla, Qêretû, Bemû, Hecîler û Şakilê pêk tê.

Li Başûr bi tenê riyeke hesin heye. Ew ji bajarê Hewlêr ber bi Kerkûk, Tûzxûrmatû, Celewla, Bakûbayê ve diçe Bexdayê. Di van salên dawî de dewleta Iraqê vê riya hesîn xirab kir. Bi wateyê coxrafî Başûrê Kurdistanê perçeya Kurdistanê başûrê Torosan e.

Kurtê dîrok[biguherîne]

Başûrê kurdistanê dîroka wê ya giştî ku mirov wê bêne ser ziman, mirov karê herê hate deme Mediya û ji wê jî bi buhurê. Başûrên wê hemû jî, hîmê wan di demên berî zayinê de hatina avêtin. Pêşketina wan, hate roja me berdewam kiriya. Di deme Mediya de kurdistan bûya yekqat û bi wê yekîtiya xwe re hêrmên dora xwe jî kirina bin destê xwe de. Di deme Mediya de, Kurdan berê desthilatdariya xwe dana bi herêmên anatolîa de jî. Seferên ku kirina minaqa vê na. Şerê di nabqabîna Keyê Lidya Alyêt û keyê medî Qiyaqser de, minaqa vê yekê ya. PIştre kurê Qiyaqser Astîyag bi keça keyê Atîyag re Aryanîs re dizewicê. Ev cawac, weke peymaneka aşîtiyê ya di naqabîna wan de ya.

LÊ medî demeka dirêj namênina ser desthilatdatiyê. Li qasrê şer û pevçûnên ku dibin, piştre ku êdî gihiştina asta bûna xadanadatiyê pers jî tevlî dibin. Bi piştgiriya harpagos darîus ku ji aliyê bav ve kurd û ji aliyê dê ve pers bû tê ser keyîtiyê. Ew wê destihalatdariya Mediya ji holê rakê. Piştre wê dîsa kurd weke xwe bimênin. Kurd, wê desthilatdariya wan bimêne. Lê ew hêzîtiya wan nemêne. PIştî mediya bi dusadsalî re wê xanadana pers Aqamanîşan, bihêz bibe ku derkeve pêş. Ku kurd piştgiriyê ne dinê de wê nikaribe derkeve pêş û mazin bibe. Peymanaka wan bi kurdan re dibe û bi wê re ew êdî derdikeve pêş. Lê di qasrê de û di ji derve bi hêzî kurd serwerê wê na. Wê hebûna qamanîşan hate deme Sasaniyan were. Wê rêveberiya aqamanşan temenê Sasaniyan biafirne. Sasanî jî bê kurd wê nikaribin mazin bibin û xwe li ser lingan bigirin. Di deme Aqamanîşan da hatina Îskenderê Mekedonî ya li kurdistanê, wê hingî kurd li ber wî bisekinin. Wê xwe bisipêrina Zagrosan. BI zagrosan û Çiyayê Araretê wê kurd, pişta wî li kurdistanê bi hêza wî re bişikênin.

Di van deman de başûrê kurdistanê bi rojhilatê kurdistanê re li pêş a. Di deme Sasaniyan de wê başûrê kurdistanê hê bêhtir derkeve pêş. Herêmên wê, nêzî herêma botanê ya bakûrê kurdistanê wê pêşketinê bijîn û li herêmên din jî belav bike. Herême kurdistanê ya ´korak´ ku î ro jê re ´Kerkuk´ tê gotin jî, wê demê de derkeve pêş. LÊ piştî hatina musulmanetiyê re wê pirr seferên araban lê bibin. Bi wan seferan re wê pir aşîrên wan werin li wan herêman bicih bibin. LÊ wê herêm, piştre jî, weke xwe bimêne. Wê herême başûrê kurdistanê di deme Musulmanetiyê de bi rûveberiya îslam ya li baxdayê re pêşketinaka wê bibe. Piştî derketina ´mezhebê şîa`, wê bi rojhilatê kurdistanê re di xatekê û wekhevîyekê de pêşketina wê bibe. Bakûr û başûr rojava jî bi hev re ku Cizîre bota navende wan e pêş dikevin. PIştî şerê çardiranê, wê baxtê başûrê kurdistanê bi rojhilatê kurdistanê re di xatekê de bê. Şerê çardiranê, wê kurdan bike du qat. Piştî wî şerî re wê hate sadsalên 17. min û 18. min, wê pêşketinna ku hin bi hin desthilatiya kurdan li ser herêmên wan kêm dikin wê bibin. Bi wê re wê serhildanên kurdan bibin. Serhildana, Şêx Mahmudê Rawandûzî, di vê yekê de destpêkaka mazin ya dîrokî ya. Wê başûr û rojhilatê kurdistanê bike qada xwe ya serhildan û wê şêx Mahmudê rawandûzî wê serî hildê. Çend ku ew hêze sefevî bi Osmaniyan re dibe yek û piştre wê têk dibin jî, wê bandûra wî mazin bê li pêşketinên piştre yên kurdistanê.

Osmaniyan û sefeviyan, piştî şerê çardiranê re levkirina wan ya pêşî li ser temenê şerkirna wan ya li ber kurdan, di cara pêşî de di deme şêx Mahmudê rawandûzî li ber wî dibe. Şêx Mahmudê rawandûzî zagrosan ji xwe re dike navend. Lê ew jî bi hîleyan tê têkbirin. PIştî wî re Şêx Abdullarhman, serhildana wî wê başûrê kurdistanê bike rewşa dî ya nû de. Hate ku dem tê deme şêx Mahmudê berzencî, wê başûrê kurdistanê wê di pêşketinaka mazin de bê. Di deme şêx Mahmudê berzencî de Ingiliz hatina kurdistanê û serdest bûna. Deme ku şêx Mahmudê berzencî doza keyîtya xwe ya li kurdistanê ardê dike ji ingilizan û ku ingiliz ji wî re dibêin ´na´, êdî ew li ber wan dikeve şer de. Lê têk diçê. PIştî têkçûna wî re wê kurd, êdî bi rêveberîyaka arab ku kurdan di bin de bi bê statû têne hiştin, wê bêne bicihkirin. Kurd, wê di wê demê de hate demên piştre jî wê li ber wê rêveberiyê di tekoşînê de bin, hate ku dem tê deme rêveberiya baasê ya ku wê komkujiyên mazin li ser serê kurdan bide çêkirin. ..

Şêx Mehmûdê Berzencî[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Şêx Mehmûdê Berzencî

Şêx Mahmdê Berzencî, hate wê demê jî, li herêmê weke serok û key dijî. Di deme ku Ingiliz hatibûbûna wir, wî serweriya xwe bi wan dabû herêkirin. Demeka Dirêj, Şêx Mehmûdê Berzencî, ingiliz jî, serweriya wî herê dikin. Lê ku piştre li wir, nift tê dîtin, êdî ew poltîkaya ku wê Kurdistanê pê biqat were meşîn, wê bidina devrê de. Armanc, dest danêna ser di demên pêş de. Polîtikayên ku wê temenê roja me rewşa roja ya î ro biafirênin dikine meriyetê de. Bi wêre êdî ew rewşa kurdistanê ya biqat ya biçar qat wê biafirandin li Konfaransa Lozanê û wê bê berdewam kirin.

Başûrê Kurdistanê, piştî ku Şêx Mehmûdê Berzencî bahse desthiladariya kurdistanî dike û dozê dike, êdî ingiliz li ber wê di sekin in. Ew jî, rewşa dervî wê herê nakê. Dema ku ingiliz li wê xwestaka wê sar dinerin, êdî ew bidest seknaka li nber dike û hate ku bi wan re dikeve şer de jî. Lê di dawiyê de ew tê diçê, û Ingiliz herêmê dikin rêveberîyaka arab de ku di wê demê de yekî bi navê "melik Faysal" ingliz tênina ser Herêmê û Herêma Başûrê Kurdistanê ji dikina bin destê wî de, Kurd, vê yekê ti demê herê nekin. Ji ber vê yekê, êdî hertimî di rewşa serhildaniyê de dibin.

Şêx Mehmûdê Berzencî, têkçûna wê ya li Başûrê Kurdistanê û têkçûna Şêx Seîdê Pîranê li Bakûrê Kurdistanê têkçûna wan, baxtê kurdistanê kifş dike. têkçûna herdûyan, wê têkçûna Kurdistanê ye demê wê biafirêne. Piştî bûna yekitiya svoyet, wê wê bandûra wê li kurdistanê jî bibe. Piştre bi demekê re, sovyet dikeve herêma rojhilatê kurdistanê e û li wir komara mihabadê li wir tê avakirin. Ev rewş, wê bê destpêka avabûna rêveberiya başûrê kurdistanê ya ku wê were hate roja me. Wê weke ku êdî ew xewne şêx Mahmûdê berzencî were li cih.Wî xwestibû ku rêveberîyaka Kurdistanî li wir ava bike. Hate Melîk Faysal ser rêveberiyê, wê hem di deme wî de û hem jî di demên piştî deme wî de wê li kurdistanê rewşaka pirr nexweş diafirêne. Yek bi yek, êdî divêt ku mirov li gor deme her rêveberêyê, nêzîkatiya wê ya li kurdistanê divêt ku mirov hildê dest. Hatye deme Kasim, wê rewş, hertimî dem bi dem li Kurdistanê buguharê.

Piştî Melîk Faysal yekem re Îraq[biguherîne]

Îraq, ne di deme Melîk Faysal de û ne jî di demên pişt wî re de gihişt aramiya xwe. Melîk Faysal, Sûnîyek bû. Li Îraqê ku sînorê wê hatibûbûna kifşkirin de Sîî jî hebû. Hate ku sal tê salên 1928an de, wê şîî jî li parlamane ku hate wê demê hatiya û ji 88 kesan pêk tê û 26 ji wan şîî bûn. Bi vê re, mirov karê bêje ku şîî jî di wê demê de xwediyê hêzeka xwe bûn. Lê kurd, li her qadê ji rêveberiyê hatina dûrkirin. Li herêmên wan jî ji rêveberiyê hatina dûrkiirn. Di wê parlamene Îraqê de ti nîmînêrê kurd nebûn. Piştî Melîk Feysal re yê ku navê Hikmet Silêman derdikeve derkete pêş. Lê ew zêde namêne. Piştre ku dem tê sale 1936an, hewldanaka derbeyê li Îraqê pêk were. Yê ku wê hewldanê dike jî, ku bi aslê Kurd bû û navê wî Bekîr Sidqî bû, bidest darbe kir û bi ser jî ket. Bakîr Sidqî, hingî artiş, li pişta wî bû. Ew hêz û serokatiya Artêşa Îraqê di destê wî de bû. Lê piştî derbeyê wê bi carekê re ew hêz û komên di nav artişê de jî wê yek bi yek piştgiriya jê bikişênin. Di Bakîr Sidqî, hizir dikir ku li Îraqê, sê herêmên bi serê xwe biafirêne û arab jî, û şîî jî û kurd jî bigihina mafê xwe yê desthilatdariyê. Bakîr sidqî piştgiriya kurdan hemûyan stand. Şîiyan jî piştgirî dayê de. Ku ne hemû konên araban jî bin, wê pirraniyên araban wê piştgîrya xwe bidinê de.

Li herêmê ahang(deng) hin bi hin diguharî. Di wê demê de di naqabîna tirkî, Îran, û hêzên din yên herêmê û yên ku li herêmê xwedî hêz in, di nav wan de çûn û hatinak heya. Ew çûn û hatin, wê piştre ne bi gelekî re wê li Îranê li Sadabadê bi "Paxta Sadabadê" re biancam dibe. Berî wê jî, li ber kurdan dijtîyak pêş dikeve. Li Ber kurdên başûrê kurdistanê jî û yên rojhilatê kurdistanê ew dijîtî pêş dikeve. Kurd jî, wê yekê hîs dikin. Deme ku Yekîtiya sovyet piştre bi hinekî ku dikeve rojhilatê kurdistanê de û li wir "komara kurd ya Mihabadê" ava dike, ji wê dijîtiyê fêr dike. Li başûrê kurdistanê ew dijîtî, wê li dijî, rêveberiya nû ya Bakîr Sidqî jî, wê pêş bikeve. Îran, di pişt wê vekişîna piştgiriya li bakîr Sidqî de ya. Ji ber piştî ku piştgirî tê kişandin jî wî, êdî li ber Bakîr Sidqî Sûyîqastek pêk têk û bi ser dikeve û Bakîr Sidqî tê kuştin. Piştre Melîk Feysalê Duyemin wê rêveberiya desthilatdariyê dihilde dest. Piştre wî ji wî ku ahlê wî ya, wê Emîr Abdullah tê rêveberiyê û rêveberiya wî dide berdewam kirin.

Şerê cihanê yê duyemin, di wê demê de bandûra wê li Îraqê jî heya. Wê pevçûnên di nav îraqê de ne sekin in. Di wê navberê de Îsrael hate avakirin û Bertekên Araban hatina nîşandin. Ji bo ku wan berteke bide sekinandin, dîsa kurd dibina kurban. Wê piştre ne bi gelekî re bi navbeynkariya Amarika û Ingiliztanê re wê di sale 1958an de wê "Paxta baxdadê" wê were mohrkirin. Ev paxt, piştî vakirina komara kurd ya Mihabadê û xûrîxandina wê re tê mohrkirin. Armanca wê Parxtê yê jî ew bû, ku wê rewşa ku ji bo kurdan hatiya afirandin ji holê rakê. Tirkî jî, Îran jî, û yekîtiya araban jî di wê paxtê de cih digirê. Di wê paxtê de, Kurd ji her aliyê ve tûna hatina hasibandin. Piştre di Îraqê nû ya piştî paxte baxdadê de, di temenê wê levkirina ku kurd têde nayêna hasibandin û ku piştgiriya Amarika; Îngiliztanê jî lê heya û wan welatan jî hin komîte şandina wê paxtê ji bo levkirinê û yekitiya sovyet jî tê xistin li wê paxtê de û bi wê yekê re ku li herêmê tê firehkirin, li gor levkirina wê, Abdulkerîm Kasim( sale 1958) ku weke mirovekê ku li ser tê levkirin ji bo Îraqê, tê ser serokkomariyê li Îraqê. Bi wê paxtê re ji Amarîka û Ingiliztanê re temenekî mazin jî afirî ku li ser wî temenî re muhadala wan ya li Libnanê bû. Piştre Partiya Baasê li gor wê paxtê bi piştgirî tê avakirin. Hemû hêzên ku di wê paxtê de cihgirtina, piştgiriya wan ji partiya nû ya Baasê re heya. Yekitiya Sovyet jî piştgiriya wê heya. Rojavan jî piştgiriya wan jê re heya. Tirkî jî, piştgiriya wê jê re pir mazin heya. Derde, tirkî ew e ku di wê partiyê û rêveberêyên wê yê serek de cih newê dayin li kurdan. Kurd, ku têde cih ne girin bi navê xwe re. Piştre ne bi gelek re piştî Abdulkerim Kasim re baasî û nîjadperestên arab bi hev re dikevina yektiyê de û piştre bi piştgiriya wan re Abdulselam Arif tê ser rêveberiyê û serokkomariyê. Abdulselam Arif, rojavavan bû. Piştgiriya amarika û Ingiliztan jê re pir mazin bû. Wî artiş jî dibin destê wî de bû. Piştre, di deme wî de çûna bi ser mirovên komonistan re, bi tememî û tesfîyakirina wan re rêveberiya îraqî û arab tê avakirin. Ew rêveberî, hertimî li cem amarika û Ingliztanê ya. Bi vê yekê re, rêveberiya bi partî ya baasê bi wê rengê êdî li Îraqê bicih dibe. Piştre wê ew rewş, di nav şîiyan û araban de jî bê sedeme nexweşiyan, ku ew nexweşî wî werina asta şerê ku wê piştre di nav îran û îraqê de bibe.

Rewşa herêmê ya ku li dijî kurdistan tê afirandin, bi vê xate pêşketinê re tê afirandin. Başûrê kurdistanê, ne di deme Melik Fayselê yekem û ne jî di dem emelik Feysalê duyem de û ne jî di demên piştre de tê başkirin. Hertimî ew rewşa ku bi peymane Lozanê de hatiya afirandin û piştre tê berdewam kirin, li gor wê di xatekê de tê bi pêşveçûyin. Başûrê kurdistanê, li ber vê rewaş statûqûyî hertimî li berxwedide. Ev rewşa statûqûyê ya ku bi paxta baxdadê re tê afirandin, tirkî ji ber beşa kurdistanê ya ku kiriya nav sînorê de di nav de ya û di wê berdewamkirina rewşê ye bi hev re de bi hêzên din re di yekitiyekê de ya. Piştî baxte baxdadê, wê peymane Cezayîrê bê mohrkirin. Bi wê peymane jê re wê başûrê kurdistanê û tekoşîna wê ya azadiyê wê derbeyek amzin bixwe. Lê ev xate pêşveçûnê, hemû jî, di xatekê tê bi rê ve birin. Kurd, bi tememî ji aliyê xwe ve li dervî wê hatina hiştin. Mafê wan, ji ti aliyê ve nayê naskirin. Li Başûrê kurdistanê, ku çawa ku Melik feysalê yekem, bi şîiyan re dikeve têkiliyê de û wan di parlamenê de digihêne andaman, ti carî berê xwe nadê kurdan. Hertimî çûna bihêzî ya bi ser kurdan de heya. Nexweşiya berê ya di deme Şêx Mahmudê Berzencî ku bi Ingilizan re bi şerkirina bi hev re afirî bû, piştî wê re, heman rewş hatibû afirandin û berdewam kirin. Paxta baxdadê, çendî ku hê bi tememî ne hatibe vekirin û hê hin ali û belgeyên wê veşartî jî bin, dii aslê xwe de ev paxt, di wê demê de derbeye dî ya li kurdan a û di berdêla bertekên li ber avakirina Îsrailê de firotina kurdan ya carek din a. Bi vê yekê re başûrê kurdistanê, hate roje me jî bi pisgirêk a. Bi gîyane Peymana Lozanê, Paxta Sadabadê, Paxte Baxdadê û Peymana Cezayirê re di xate pêşveçûnê de li ber kurdan hatiya sekin in û mafê wan ji destê wan hatiya standin.

Erdnîgarî[biguherîne]

Riyên reş û asfalt[biguherîne]

Ew riyên ku hene jî, ji bo leshkerî û berhemên Kurdistanê ku bikshînin herêma Araban çêkirine. Di herêma Bashûr de riyên resh û hesin ên hên girîng û mezin ev in.

  1. Riya yekem, ji Dihokê dest pê dike ber di Zaxo ve diçe Xabûrê. Ji wir jî diçe Bakurê Kurdistanê.
  2. Riya duyem, Ji Dihokê diçe Elkeş, Mûsil, Kelek û Hewlêrê.
  3. Riya sêyem, ji Hewlêrê diçe Perdê, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û heta Bexdayê
  4. Riya çarem, ji Hewlêrê diçe Koyê, Ranya û digihe Qeladizê.
  5. Riya pêncem, ji Hewlêrê diçe Koyê û Silêmaniyê.
  6. Riya sheshem, ji Kerkûke diçe Çemçemal û Silêmaniyê.
  7. Riya heftem, ji Silêmanîye diçe Çemçemal, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê.
  8. Riya heshtem jî, ji Kerkûkê diçe Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê. Wîlayeta Silêmaniyê, ji Mawet, Sêrdaş, Qeladiz, Herbet, Senger, Pêncûyî, Helepce, Qeredax, Seyidsadiq, Çarte, Dokan, Derbendîxan, Pişder, Bekreçê û Xurmalê pêk tê.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: Başûrê Kurdistanê – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)