Başûrê Rojavayê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nexşeya Başûrê Rojavaya Kurdistanê

Başûrê Rojavaya Kurdistanê (Binxetê an Başûrê Bîçûk) navê perçeya Kurdistanê ye ku dikeve nav sînorên Sûriyê.

[biguherîne] Rûerd

Başûrê Rojavayê Kurdistanê perçeya Kurdistanê ya herî biçûk e. 23.000 km² ye. Ew Îro di bin desthilatdariya Suriyê de ye. Taybetiyeke herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ve ber bi rojhilat zirav û dirêj e. Ji rojava ve ber bi rojhilat her ku diçe qad û çarçova we ber fireh dibe.

Mirov dikare avhewaya başûrê Rojava bike du beş. Beşê yekem li rojava herêma Efrînê ye. Avhewaya herêma Efrînê, nezîkî avhewaya deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare. zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewaye herêma Efrînê, shîn e. Bi dar û ber e. Her cureyên daran hene. Lê piranî zeytûn in.

Beşê duyem ku Serê Kaniyê, Hesîçe, Amûde, Qamişlo û Dêrik dikevine vê herême berrî û deşt e. Çiya û daristan nînin. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carnan baran dibare. Di meha çile de, li Qamişloyê 7, li Dêrik û Amûde ji germahî 6 pile ye. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Hawînan ji çolên Erabistan û Sûriyê bayên germ tên û tesîr li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pileyî.

Di rojava de ji Çiyayê Gewr ve dest pê dike. Û pê re heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmanc tê. Çiyayê Kurmanc 1200 m bilind e. Herêma bajarê Efrînê rûerd gir û banî ye. Dar û daristan e. Avhewaya he rêma Efrînê nêzîkî ya deryaya Spî ye. Her cureyên dar, heşînahî ûmêweyan hene. Darên zeytûnan pirr in. Ji çiyaye Kurmanc heta rojavayê Kobanê, axa Kurdistanê teng e û Ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobanê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û Kurd li ser axa xwe dijîn Ii rojhilatê Kobanê heta Serê Kaniyê ax di destê Ereban de ye. Li ve herêmê Kurd kêm in.

Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in. Lê, Tirkiyê û Sûriyê di nav xwe de beş kirine. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê alaya Tirkan û li Qamişlo jî alaya Sûriyê dibînin.


[biguherîne] Bajarên Başûrê Rojava

Bajarên herême Efrîn, Kobanî, Serê Kaniyê, Amûde, Qamişlo, Tirbespî, Hesîçe, Êndîwer û Dêrik in. Li Başûrê Rojava Hesek bi tenê wîlayet e. Yên din qeza û nehye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, lê ew ji Hesîçe û hemû bajarên din mezintir e. Qamişlo wekî navend û paytextê herêma Başûrê Rojava tê qebûl kirin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn. Li bajarên Suriyê, li Heleb, Reqa û Şamê jî gelek taxên Kurdan hene.



[biguherîne] Girêdanê Derve

PYD Rojava

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din