Baba Serhengê Dewdanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Baba Serhengê Dewdanî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Baba Serhengê Dewdanî (935 - 1007) helbestvan û ji pîrek yarsaniyan bû. Navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne.

Hinek çarîn/dubeytiyên wî di »Defterî dewrey Baba Serheng«î de hatine parastin. Ew di helbesteka xwe de dibêje yarsaniyan:

Serhengî Sewdan, Serhengî Dewdan
Ez ke namman, Serhengî Dewdan
Çenê êr manan, megêlim herdan
Megoşim perê, ayînî kurdan

— Baba Serhengê Dewdanî

Bi kurmancî:

Serhengê Dewdan, Serhengê Dewdan
Em ku navê me Serhengê Dewdan e
Em li gel yaran li erdan digerin
Têdikoşin ji bo zîndîkirina ayînê kurdan e


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]