Babaxanûç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Babaxanûç

Babaxanûç, cure çênc û herwiha xwarineke ji pêjgeha kurd e. Ereb, rom (tirk), suryanî û gelên din ên cîran jî dixwin. Derbasî pêjgeha Ewropayê jî bûye.

Dîroka xwarinê, wateya navê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku navê wê kurdî/îranî ye, bi texmîni ji kurdan an gelên din ên îranî belav bûye. Lêkolîn kêm in. Dibe ku eslê navê babaxanij be ku navê cihêkê be yan wextekê xwarina zadeganan bûye, ji ber wê gotine babaxanij.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin (babaxanûça Serhedê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bacanreşk li ser agir tê pijandin û şêlandin. Hûr hûr tê tîkekirin an kutandin (li ser daxwazê). Hêk di rûnbirêşkê de tên qelandin û tevlî bacanê dikin. Bi hevre tên biraştin. Paşê sîra kutayê dixinê û tînin ser destexaneyê.

Li ser daxwazê bi taybetî ji rûnê zeytê tê amadekirin. Herwiha bexdenûs, ava lîmonê û cureyên biharbêhnê (biharat) tevlî çênca wê tê kirin.