Babekê Xuremdînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Babekê Xuremdînî (bi farsî: Bâbak Xoramdin) (z. 798 - m. rêbendan, 838) zaneyekî civatî û serokekî civatî bû. Li dijî xalîfeyê Abasiyan serî hilda û li berxwe da. Hat girtin û bi dest û lingên jêkirinê re hat kuştin. Kuştina wî di nava kurdan û herêmê re hertimî bi îbretî hat bi bîrhanîn. Pêşeng û mîrê kurdên Xurem bû ku ew li herêma Xorasanê dijîn. Xalîfeyê Abasî piştî raperîna wan, dawiya wan anî. Piştî kuştina Babek re ji wan û êl û aşîrên wan ti zêde ti kesek sax nema li jiyanê.[çavkanî pêwîst e] Wî tenê bi serê xwe raperîneke mezin li darxist. Piştî ku xalîfe li dijî tevgeriyeke mezin dabû dest pê kirin. Piştî wî re, wê di nava kurdan de, êdî tevgeriya wî bimêne. temenê tevgeriya wî jî, têgihiştina wan ya olî ya yarsanî bû ku temenê wê bi Zerdeştîtiyê ava bû. Di serî de, wan xwest ku nirx û olîtiya xwe biparêzin. Bi taybetî temenê serhildana wan di vê xalê de dest pê kiribû. Piştî wî re jî heta sadsala 9'an, wê çûna bi ser kurdên êzîdî de çûyin bibe û wê bi hezaran ji wan were kuştin. Ji ber ku olîtî û baweriya wan jev bû, êdî pişt Babek û serhildana wî re, xalîfe xwestibû ku ji wê şeklê baweriyê ti tiştek nemîne. Bi hezaran pirtûk û nivîsên baweriya Êzîdîtiyê û Yarsanîtiyê hingî hatibûn şewitandin. Ev pêvajo, wê kurdan, êdî hin bi hin navenda xalîfetiyê ya Abasiyan êdî sar bike. Piştre temenê dewleta kurdan a Merwaniyan dihê avêtin. Di wê demê de, Babekî, weke dewletekî bûn. Temenê wan, bi dewleta Şedadî ya kurd re hebû. Di nava sînorê wê de dijîn.[çavkanî pêwîst e]

Binere jî[biguherîne]