Badînan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Badînan yan Behdînan devereke Kurdistana başûr e.

Cografî[biguherîne]

Badînan dikeve nav paralelên 41° û 42° - 44° û 45°, merîdyenên 36° û 37° - 37° û 38°

Ji aliyê bakûr ve Botan û Hekarî dikevin ser sinorê vê deverê. Başûrê rojhelatê vê deverê bi devera Soran ve tête girêdanê. Başûrê rojavayê vê deverê dikeve ser sinorê parêzgeha Musilê. Li aliyê rojava dikeve ser sinore deverên Hêsîçe (Heseke) û Qamişlo yên Kurdistana rojava. Rûberê vê deverê di navbera 20.000 ta 30.000 km2. Ev devere ya dewlemend e ji layê cografî ve. Herwesa ev devere ji çiya, deşt, gelî û rûbaran pêk têt.

Li vê deverê bi 10an çîyayên navdar hene wekî çîyayên Metîn, Gare, Spîrêz, Şaraniyê, Pîris, Meqlob, Elkoş, çîyayê Şirîn, çiyayê Şengalê, çîyayê Akrê û heta domahiyê.

Deştên navdar jî ev in: deşta Silêvaneya, deşta Sindiya, deşta Dubanê, deşta Feydiyê û çendîn deştên dî.

Herweku tête zanîn Kurdistan bi giştî ya dewlemende di warê çavkaniyên avê da. Herwesa çendîn rîbarên navdar jî li vê deverê hene weku rûbarên: Dîcle, Hîzil, Ro-Şîn, Zêyê Mezin, Xabûr, Nihnik, Xazir, Sîrwanê Mezin û gelek rîbarên dî.

Bi giştî li devera Badînan hemî corên dar û barî lê şîn di bîn. Lê yên bernîyas weku: sêv, tirî, hejîr, hinar, xox û heta domahiyê. Zêdebari hemî corên keskatî yê.

Devok (zarava)[biguherîne]

Xelkê vê deverê jî weku badînî (behdînî) têne navkirin. Herwesa têne naskirin bi Kirmancên Kurdistana başûr. Navê devokê (zaravayê) wan jî her Badînî ye. Devoka Badînî nêzîkî devoka Botanî û Hekarî ye. Ji ber ku ev hersê devere nêzîkî êk in. Lêbelê, mixabin ji ber egerên sîyasî û parçebûna Kurdistanê mirov hest pê diket ku ev devere jêk dîrin û di warê kargêrî (îdarî) de jêk cuda ne. Lê herçend e jêk cuda ne jî belê bazirganiyeka bi hêz di navbera wan da heye.

Kargêrî û parêzgeha Badînan[biguherîne]

Daniştiyên vê deverê di navbera 1.000.000 ta 1.500.000 in. Li parêzgeha Duhokê bi tinê nêzîkî 920.000 kesan dijîn. Ji wana 241.000 li malbendê (merkezê) parêzgehê dijîn, yan mirov dişêt bêje 26,19% ji daniştiyên parêzgehê li bajêrê Duhokê bi xwe dijîn. Duhok dikeve navenda devera Badînan. Duhok nêzîkî 75 kîlometran ji Kurdistana bakûr dîre.

Parêzgeha Duhokê ji 6 qezayan pêk têt:


Bajêrê Zaxo dikeve ser sinorê Kurdistana bakûr bi dûratiya nêzîkî 8 km. Zaxo dergehekê zor giring e di warê aborî de ji bo devera Badînan bi taybetî û Kurdistana başûr bi giştî. Daniştiyên bajêrê Zaxo pêtirin ji 80.000 mirovan. Bajêrê Akrê dikeve rojhelata devera Badînan. Akrê tête hejmartin êk ji bajêrkên mezin yên devera Badînan. Daniştiyên devera Akrê nêzîkî 200.000 mirovan in. Bajêrkê Sêmêlê dikeve rojavayê bajêrê Duhokê bi dûratiya 8 km. Herwesa rêjeyeke berçav li vî bajêrkî akincî ne. Bajêrkê Amêdiyê di serdema Mîrnişîna Badînan de peytextê vê Mîrnişîna navhatî bû û malbendê edeb û zanîna vê deverê bû. Ta îro jî şûnwarên vê dibistanê mayinê mîna Fêrgeha Qobadî û çendîn fêrgehên dî li vê deverê. Zêdebarî vê çendê hejmara daniştiyên bajêrkê Amêdiyê nêzîkî 6000 mirovan in. Şêxan bajêrkekî teze rizgar kirîye. Ev bajêrke dikeve navbera Etrûşê û Akrê de. Akinciyên evî bajêrkê navhatî pêkhatîye ji bisilimanan, êzidîyan û kiristiyanan.

Herwesa devera Şengal dihête hejmartin êk ji deverên giring yên Badînan. Lê ev devere nehatibû rizgar kirin ta piştî cenga rizgariya Iraqê li sala 2003. Li dîv çend jêderan tê zanîn ku hejmara daniştiyên bajêrkê Şengal nêzîkî 40.000 kesan in. Herwesa jimareka zor ji bajêrk, komelgeh û gundan ser bi sinorê devera Badînan ve ne.

Ayîn[biguherîne]

Di nav devera Badînan da gelek ayînên cida hene weku Bisilman, Zerdeştî , Êzidî, Kirîstiyan û Ermenî. Herwesa tê zanîn Cihî ji berê li vê deverê di jiyan. Lê rêjaya Bisilmanan rêjeya herî mezine li devera Badînan. Rêjeya Bisilmanan nêzîkî 70% ta 75%. Çonkî li bajêrên mezin weku Duhok, Zaxo, Akrê piraniya herî mezin ya akinciyan ji ayînê Bisilmanan pêk têt. Ayînê Êzidiyan têt hejmartin ko ayînê 2 yê ye li vê deverê, ji ber ko rêjeyeka berbiçav li vê deverê di jîn. Hejmara wan li devera Badînan di navbera 500.000 ta 600.000 kesane. Piraniya Êzidiyan daniştiyên devera Şengal û Şêxan in. Herwesa ayînê Kirîstîyana ji kevin da akinciyên vê deverê ne. Mirov di şêt bêjit li ser demê Imbratoriya Aşûriya ta nûke li vê deverê di jîn. Ev ayîne yê berbelave li çendîn deverên ciyaciya yên Badînan. Piraniya akinciyên Kirîstîyanan li bajêrên Duhok û Zaxo di jîn. Ermenî olekê dî yê taybete ji ayînê Kirîstîyana. Wekî tête zanîn piraniya wan li bajêrê Zaxo di jîn.

Mêjo[biguherîne]

Herwesa Badînan ya navdare bi mîrnişîna Badînan ya ko di navbera çerxên 13 û 14 de li ser destên Behaeddîn Şemdînî hatiye avakirin. Wekî tête zanîn ko ev mîrnişîne bi hêztirîn mîrnişîn bu li deverên Kurda di wî serdemî da. Mîrnişîna Badînan Hikomranî di kir di navbera salên 1376 ta 1843. Herwesa leşkerekê(40.000) bi rêk û pêk hebu. Paytextê vê mîrnişînê Amêdiyê bo. Bajêrê Amêdiyê di kevite navbera çîyayên Metîn û Gare.

Dîrok dîdevana çerxê 20 ye û karesatên devera Badînan. Badînan li salên 80 yan ketibû ber şepolên kêmyabaran û enfalan. Bi 1000an mirovên bê goneh bibun qorbaniyên van karesatên enfalan yên hovane. Bi 100an mirov bune qorbaniyên kîmyabaranan û bi 1000an gund hatine wêrankirin.

Angaştek li ser navê Behdînanê[biguherîne]

Dema ola îslamê hatiye Kurdistanê li herêma Behdînanê bi heman navê êlekê, eşîrekê kurd hebûye. Di tomarkirinên rojavayiyan de navê vê êlê wekî Bedhînî derbas dibe. Dibêjin vê êlê gelek dereng misilmanî qebûl kiriye, bi sedan salan li ser olan Zerdeştîtî mane.

Misilmanan bo henekên xwe bi wan bikin, biçûk bixin, ji Bedhînî kirine Bêdînî (behdînî) yan Gebern. Ev êl kurd-îranî bûye, ji ber ku wê demê gelên îranî tevlîhev bûne, dîroknasên farisan, wan wekî faris jî tomarkirine ku ev ji ber siyaseta Îranê ye.

Çavkanî[biguherîne]

  • Brockhaus Bilder-Conversations-Lexikon. Leipzig 1838, Band 2, S. 152–153.

Von „http://de.wikipedia.org/w/index.php?title=Gebern&oldid=92757780“