Bahattin Karakütük

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bahattin Karakütük (1966-10ê kanûna paşîn a 2005) rojnamevanekî tirk e ku di çapemeniya kurd de xebat kir.

Bi Rojnameya “Özgür Gündemê" gava xwe avêt nav medyaya kurd, û ji sala 1992’yan ve, wekî pisporê dîplomasiyê xebatên xwe bê navber domandin. Bi sedan hevalên wî yên rojnamevan ew bi navê “Baha” nas dikir. Baha bi eslê xwe ji Mêrsînê bû. Tevî ku li wir zêde nejiya jî, lê ji hevalên xwe re bahs dikir ku wî çiqas bêriya tama xwarina bi navê ‘Tantûnî’ kiriye. Baha herî zêde ji taxê Enqereyê “Kuçukesat” bahs dikir, ku ew di sala 1966an de li wir hatibû dinê û ew der bûbû mekana zaroktî û ciwantiya wî.

Bi gotina wî, ew ji aliyê malbata xwe ya “burjuvaya biçûk”, weke “zarokên guldankan” tevî 2 xwişkên xwe tê mezinkirin. Baha di 11 saliya xwe de bavê xwe winda dike. Bîranîna xwe ya herî meşhûr a derbarê bavê xwe de wiha dianî ziman : gelek sal piştî mirina wî, min rojek nameyên evînî yên bavê xwe yên bi daktîloyê nivîsandî, dîtin. Baha, di sala 1984an de, ku wê demê hê diçe lîseyê, li ser wefata diya xwe, tevî xwişkên xwe jiyana xwe li ba xaltîka xwe didomîne, û li wê derê salek xwe ji bo zanîngehê amade dike. Piştî saleke din, Baha di şertên Tirkiyeyê de serkeftineke mezin pêk tîne, û dikeve yek ji zanîngehên bijarte: Yanî Beşa Fizîkê ya ODTÜyê. Di wê demê de, ku derbeya 12ê îlonê tesîra xwe hê bi awayekî pir dijwar didomîne, Baha fikrên çepîtiyê nas dike.

Di destpêka salên 90î de, tevî têkoşîna neteweyî ya kurd, rojnamevaniya Kurdistanî ketibû pêvajoya pêşveçûnê. Ligel ku hin kovarên kurd derkevin jî, pêşveçûna sereke derketina rojnameya “Yeni Ülke”yê bû. Piştî demekê, di Gulana 1992’yan de, rojnameya rojane Özgür Gündem jî dest bi weşana xwe dike. Baha, di wê demê de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, mafê xwe yê perwerdeyê winda dike. Û piştî ku demek li Mêrsînê dijî, di sala 1991’an de, li gel komek rojnamevanên ku ji Enqerê nas dike, tevlî amadekariya rojnameya Özgür Gündemê dibe.

Sala 1992’yan Baha biryarê digire ku êdî bi rojnamevanên kurd re bixebite.Di wê demê de, Baha nûçevanê zanîngehan e û çalakiyên xwendekaran û li hemberî wan mudaxaleyên polêsan di asta xwe ya herî bilind de ye.

Nûçegihaniya dîplomasiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baha her tim bahs dikir ku ew herî zêde di wê demê de rojnamevantî hîn bûye. Li hemberî pirsa “çima” jî, wî ev bersiv dida : “Çimkî herî zêde di wê demê de min ji polêsan lêdan xwaribû.” Bahayê ku li wê derê rojnamevaniyê hîn dibe, pişt re bi gotina wî “tenê ji ber zanîna wî ya îngilîzî” derbasî nûçevaniya dîplomasiyê dibe. Baha, wekî nûçevanê rojnameya Özgür Gündemê, dîplomasiya Enqerê dişopîne û nûçeyên xwe bi navê Bahattin Karakütük diweşîne.

Baha hingê di rojnameyê de nûçevanê yekane yê dîplomasiyê ye. Ji ber ku ew ji her dîplomatî pirsgirêka kurd dipirse, ji aliyê nûçevanên rojnameyên din ên di nav dîplomasiya Enqerê de wekî “Kurdperest” tê gazîkirin.

Karakutuk ji hêla hêzên tarî ve tê revandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevî derketina rojnameya Özgür Gündemê, li hemberî rojnamevanên kurd polîtîkaya çavtirsandinê bi dijwariyeke ku heta hingê nehatibû dîtin, pêk dihat. Heta sala 1994an, ji 30î zêdetir rojnamevan û belavkarên kurd hatin qetilkirin. Di wê demê de Baha bi baweriyeke xurt rojnamevaniya kurd didomîne û ji ber vê yekê jî ev tewr dibe sedema revandina wî.

Piştî revandina wî, ji bo Baha çi ji Tirkiyê çi jî ji derve saziyên mafên mirovan û saziyên çapemeniyê dikevin dewreyê û dest bi kampanyayeke mezin dikin. Bi saya wê kampanyayê, Baha bi şertê ku careke din nexebite tê berdan. Lê belê Baha tevî hemû êrîş û binçavkirinan xebatên xwe didomîne. Baha bi dorê ji bo rojnameyên Özgür Ülke, Yeni Politika, Demokrasi, Ülkede Gündem, Özgür Bakiş, İkibinde Yeni Gündem, û ji bo Yedinci Gündemê xebitî û li ser dîplomasiyê qunciknivîs nivisandin.

Pêvajoya sirgûniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baha di sala 1995an de tê Brukselê û demekê dixebite, û piştre careke din vedigere Enqerê. Lê ji ber ku li wir lê digeriyan, careke din neçar dimîne welatê xwe biterikîne. Di sala 1996an de, Baha bi jineke bi navê Cud re dizewice û li Londonê bi cih dibe, û li wir wekî nûnerê Londonê yê rojnameya Demokrasiyê dest bi kar dike. Piştî rojnameya rojane, pêşveçûna herî mezin a di çapemeniya kurd de, destpêkirina weşana Televizyona MED-TV bû.

Ev, di rojnamevaniya kurd de, di heman demê de destpêkirina pêvajoyeke nû bû jî. Cara pêşîn neteweyekî bêdewlet, li gelek deverên dinyayê weşanê dikir. Û Baha, ji bo ku tê de cih bigire, ji Londrayê hat Brukselê. Di navenda nûçeyan a Televizyona MED de, bi salan edîtoriya nûçeyên derve û ya servîsa dîplomasiyê domand. Baha di 96an de tê navenda nûçeyan û di 97an de jî cara pêşî li gel hin pisporên din înternet hînî xebatkarên nû yên navenda nûçeyan dike.

Baha ji bo çêkirina nûçeyê, înternetê wekî çavkaniyeke îstixbaratê bi kar tîne û gelek hewl da ku kanala yekemîn a televîzyonê MED-TV bibe xwediyê malpereke înternetê. Bi girtina MED-TV, di kanala demî ya “C-TV” de, karê Baha koordînatoriya weşanê bû. Baha, bernameyên ku li Îngiltereyê bihatana weşandin koordîne dikirin. Piştî “C-TV”ya demkurt, televîzyona nû ya kurdan MEDYA-TV, di sala 1999’an de derket pêşiya temaşevanên xwe. Baha li wir jî bi qasî salekê di navenda nûçeyan de edîtoriya nûçeyên derve û ya servîsa dîplomasiyê meşand.

Li wê demê ku wî li navenda nûçeyan xebat dikir, wî wezîfeyeke aktîf jî di amadekirina bernameyên bi navê “Sabah Gündemi” û “Med-Boyut” de dimeşand. Baha hem nûçeyên derve yên van bernameyan amade dikirin hem jî heftiyê carek tevlî bernameya “Sabah Gündemi” yanî “Rojeva Sibê”, dibû. Û di ber re jî di hin bernameyên din de bûyerên heftiyê dinirxandin.

Herçiqas bêriya şopandina nûçeyên li Enqerê kiribe jî, wî hemû rojên xwe li navenda nûçeyan a televîzyonê bi xebatê derbas dikirin, gelek şevan jî bi gihandina rojnamevanên ciwan re eleqedar dibû.

Baha êdî bernameyê çêdike[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baha, di sala 2000 de ji Navenda Nûçeyan vediqete, û weke ku dîsa wî digot, ew biryarê digire ku di avahiya televîzyona duqatî de hilkişe qata serî. Wê çaxê ew di Sêla Sor de ku wek hefteyî tê weşandin, dest bi xebatê dike, û pê re jî bername dibe rojane. Û êdî ew di wê bernameyê de edîtoriyê dike.

Di wê demê de, Baha êdî dikaribû derkeve derve û tiştê ku pir dixwest bike, yanî ji derve nûçeyan bişopîne. Bi taybetî hevpeyvînên wî yên bi dîplomatên biyan re û bi sedan dosye-nûçeyên ku wî ji bo Sêla Sor amade kiribûn, demeke dirêj di rojevê de mabûn.

Baha êdî bi tevlîbûna bernameya Sêla Sor tecrûbeya xwe ya nûçevaniya dîplomasiyê radigihand temaşevanan. Piştî bernameya Sêla Sor, Baha heman wezîfeya xwe tevî amadekariyê, di bernameya “Gune Bakış” yanî Nêrîna Rojê de domand. Di heman wextê de, wî di bernameya hefteyî “Pîvan” û di navenda nûçeyan de jî cih girt heta ku sala çûyî Medya TV hat girtin.

Dîsa sala çûyî meha adarê, di amadekariya televîzyona me ROJ TV de Baha wezîfeyên aktîf hilgirtin ser milê xwe, û ji bo bernameyeke din jî milên xwe vemalandin. Wî notên xwe yên ku li ajandaya xwe ya binavûdeng nivîsîbûn, ji her xebatkarê televîzyonê re dixwend û behsa bernameya xwe ya nû dikir.

Projeya bernameya ROJNAME[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wî bernameyeke rojane, bi du zimanan, û bernameyeke nûçe-aktuel dixwest. Diviyabû bername niha heftiyê 5 roj bihata weşandin, lê piştre jî wê bibûya 6 roj. Baha terza ku ji bo bernameyê amade kiribû, tevî spot û flaş û manşeta xwe, ev bername wekî rojnameya televîzyonê pêşkêş dikir, ji ber wî navê bername jî wê bibûya ROJNAME. Tevî ku “ROJNAME” berhemeke nivîskî be jî, Baha li vî navî maneyên din bar dikirin: Yanî ji ROJ TV name.

Her hêmana bernameyê wê xwerû bûya. Ji bo jenerîka bernameyê, Baha li Londonê bi pisporekî re lihevhatinekê pêk anî û ji bo şiklê wê jî tevî grafîkeran bi rojan xebitî. Bernameya Baha ROJNAME, li 2yê adarê hatibû dinyayê. Hem jî bi pêşkêşvaniya Baha ku bê dilê xwe rih û porê xwe qusandibû.

Bultenên nûçeyan jî tê de, Baha bi tu awayî pêşkêşvaniya bernameyên xwe nedikirin, lê bernameya ROJNAMEyê ji ber ku bi dilê wî bû, êdî dikaribû pêşkêş bikira. Baha heta ku dawî li jiyana xwe anî, her tim hevalên xwe teşwîqî baştir çêkirina bernameyan, baştir nivîsîna nûçeyan dikirin.

Wî her tim nalet dianî li wê rewşa ku ew mecbûrî jiyana xerîbiyê kiribû. Hempîşeyên Baha yên di medyaya kurd de pê re dixebitin, wê li bîranîna wî xwedî derkevin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • azadiyawelat.com