Bangevan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bangevan ezan dide ( Wêne li gorî Jean-Léon Gérôme , 1879)

Bangevan (bi zimanê erebî: مؤذّن mu'adhdhin) di mizgeftê da bawermendan di rokî da pênc caran bangî nimêjê dike. Ji banga bangevan ra ezan jî tê gotinê û li welatên misilman li ser minarê tê bang kirinê. Lê îro pirrî caran bangevan ezanê bi alîkariya hoperlorê/dengweşê dixwînin.

Bangevanê yekem di ola Îslam ê da Bîlalê Hebeşî bû. Bîlal mirovekî reş û sehabeyekî Muhemmed Pêxember bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]