Baqî Xido

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Baqî Xido (jdb. 1920 − m. 2ê sibata 2009an), dengbêjê deşta Sirûcê ye. Baqî Xido dengbêjekî mezin e. Ew yek ji wan dengbêjane ku bi dengê xwe klasîkên, destan û serpêhatiyên Kurdan parastiye.

Baqî Xido di sala 1920 de li bajarê Kobanî ji dayîk bû ye û di 7ê sibata 2009an de çû ser dilovaniya xwe. Wî di sala 1995 de ji ber sedemên nexweşiyê dest ji dengbêjiyê berda. Jiyana Baqî Xido di feqîrî û perîşaniyê de derbas bû ye. Di dengbêjiya wî de rola Mihemedê Dûman (jêre li Kemanê dida) û Mihemed Gulî (li tembûrê dida) gelekî mezin e. Jiyana Baqî Xido ya hunerî gelekî dewlemend bû, wî gelek sêlên muzîkê, û piştra jî gelek kasêt tomar kirin. Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Delalî Qîzikan, Lo Dilo û gelekên din navdar e. Baqî Xido li seranserê Deşta Sirûcê, Eyaleta Riha, Dîlok û Cizîrê bi nav û deng e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]