Barê karebayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Barê karevayî hat beralîkirin)
Barê karebayî
Sembola hevpar
Q, q
Yekeya SIêcoulomb
Yekeyên dinê
Barê seretayî
Bi yekeyên bingehîn yên SIêAs
RehendT I
biguhêreBelge

Barê karebayî an barê elektrîkê, yek ji saloxetên bingehîn û mana (nemir) yên kerî yên atomê ye ko karlêkkirina karebayî-asinrevayî ya wan diyar dikit. Mad an keristeyê ko barê karebayî hebit qada karebayî-asinrevayî çêdikit û dikevit bin bandora qadên karebayî-asinrevayî jî. Karlêkkirina barekê karebayî ko dimeşit û qadeka karebayî-asinrevayî jêdera hêza karebayî-asinrevayî ye. Hêza karebayî-sinrevayî yek ji çar hêzên bingehîn e.

Barê karebayî taybetmendî ya hindek ji kerî yên atomê ye û bi rêya barê hîmanî yê 'e' dihêt pîvan. Li goreyê lihevhatinê, barê elektronê -1, û barê protonê +1 e. kuarkan barekê kerkirî (fractional) bi qasî −1/3 an +2/3 heye. Dijkeriyên hevberî van jî barên hevqas lê bervajî hene. Keriyên bardar ên dî jî hene.

Bi giştî, keriyên ko nîşana barên wan wekhev bit hevdu paldidin, lê keriyên nîşana barên wan newekhev bit hevdu radikêşin. Ev bi Qanûna Kûlombî dihêt pîvan ko dibêjit meznahî (magnitude) ya paldanê digel berhemê herdu baran hevrêje (proportionate) ye û bi awayekê bervajî digel duca ya (square) dûrî ya wan ji hevdu hevrêje ye.

Barê karebayî yê madeyekê ko bi çavan dihêt dîtin bi qasî koma barê karebayiyê hemî keriyên wî made ye. Piraniya caran, barê tevane sifir e, jiber ko hijmara elektron û protonên her atomekê bi awayekê xweriskî bi hevqas in. Rewşên wiha ko barê tevane ne sifir e karebaya sekinî pêkdiînin. Bi ser vê ra, hindek caran eger barê tevane sifir jî bit, heye ko li hemî deran wekhev nehatbit dabêşkirin (jibo mînak bandora qadeka karebayê hebit). Hingî dibêjin ew made cemserdar e. Dibêjin wî barê ko ji cemserandinê hatiye barê girêdayî û barê ko ji derve hatiye barê azad.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]