Bariste

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Girse (bi înglîzî: mass) yek ji têgeh an çemkên sereke di fizîkê de ye ko bi awayekê xwerû têye wateyî: "çend keriste anko bûjen di tiştekî da heye". Mekanîka Klasîk da, girse yek ji çemkên navendîn û girîng e. Di çarçoveya livzanistên (kînematîkên) li gorî (relativistic) da pênaseyên cidacida jibo çemka girseyê hene. Di bîrdoza rêjeyîniyê (bi îngilîzî: theory of relativity) de, girseyê neberguhêr dihêt pênasekirin ko gelek ji çemka girseyî di fizîka klasîk nêzîk e. Li goreyê vê têgehê, di çarçoveya amajeyê yên cidacida de û li goreyê temaşevanên cidacida ve girse neguhêr e û her bi yek qebareyî ye.

Di bikaranîna nefermî ya rojane de, girse wekî kêş an giraniyê dihêt bikaranîn. Lê bi ramaneka hûr ya fizîkî, kêş qebareya hêza rakêşanê li ser girseyî ye. Jiber hindê ko di bikaranîna rojane da hêza rakêşa erdî li ser tiştan her yeke, girse û kêş wekhev dibin. Lê dema kesek li bilindahiyan an jî li ser extereka dî kêşa tiştan bipîvit hingê verêja pîvanê ne wekî pîvana li ser rûyê erdî ye. Yekîna kêşê, jiber ko hêz e, û yekîna girseyê ne yek in.

Yekeya girseyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di SI anko Sîstema Navneteweyî ya Yekeyê da, yekeya girseyê kîlogram e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]