Basketbol

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Basketbaza îtalî Sara Giauro di avêtina avêtina-sê-poxanê li „Europe-Cup“-Fînala jinan
Ramon Sessions (Cleveland Cavaliers) berevanî ji aliyê Gilbert J. Arenas (Orlando Magic) ve tê kirin

Basketbol cure werzişeke gogê ye ku pirranî li salonên dadayî û bi du tîman (yaneyan) tê lîstin. Werzîşkar hewl didin gogê di sepeta 3,05 m li jorê ye re derbas bikin.

Yaneyek ji pênc lîstikvanên holê û heya heft lîstikvanên cîhgir (rezerv) pêk tê. Pûan, li gorî dûrayiya ji sepetê du an sê tên hesabkirin. Avêtineke serbest a biserketî, yek pûan e. Pêşbazî li ser pûanan e û kîjan tîmê pûana zêde girt, biserdikeve.

Deranderê basketbolê bi navê James Naismith kesekî ye ku sala 1891'ê ev werziş saz kiriye. Naismith ji kevnexwediyên parzemîna Amerîkayê çermesoran îlham girtiye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Rê û rêzanên wê

  • Basketbol ji aliyê du ferwerdeyan (kizîr, hakem) ve tê birêvebirin. Yaneya mêvan xwedî mafê bijartina holkê (qad, saha) ye.
  • Piştî her vedorê holk tê guhertin. Lîstik ji aliyê du lîstikvanên dijber ve li ser xêza navendî ya holkê, bi pişka bilinavêtina gogê, tê destpêkirin.
  • Pêşbazî ji çar vedorên her yek 10 deqe didomin, pêk tê. Heger yaneyek bisernekeve, tê dirêjkirin.
  • Yaneya pêngaviyê dike, divê holka xwe di nava 8 çirkeyan de biterikîne, êrîşa xwe di nava 24 çirkeyan de bidawî bike. Heger neke, mafê avêtinê derbasî yaneya dijber dibe.
  • Lîstikvan tên cezakirin, heger:
  1. Gorî rêzika pêşbaziyê tevnegerin,
  2. Heger faulê bikin.

[biguherîne] Dîroka basketbolê

[biguherîne] Çavkanî

  • Peter Kränzle, Margit Brinke: Basketball Basics. Stuttgart 2000, ISBN 3-613-50359-X. (almanî)
  • Robert W. Peterson: Cages to Jump Shots: Pro Basketball’s Early Years. Omaha 2002, ISBN 0-8032-8772-0. (îngilîzî)
  • John Hareas: 100 Jahre Basketball. - 100 saliya basketbolê Delius Klasing Verlag, Bielefeld 2005, ISBN 3-7688-1670-2. (almanî)
  • Deutscher Basketball Bund (Hrsg.): Offizielle Basketballregeln für Männer und Frauen. - Rê û rêbazên fermî bo mêr û jinan (beschlossen von der FIBA ab September 2004), Hagen 2004.
  • Donald S. McCuaig: Basketball: a YMCA Invention. In: YMCA Canada Y Triangle. Kanada.
  • Michael Schrittwieser, Egon Theiner: Basketball. Alles über Technik, Taktik und Training. BLV, München 2004, ISBN 3-405-16727-2.

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din