Basûrîn

Basûrîn (bi tirkî: Yankale), gundekî girêdayî navçeya Silopî ye.Hin kes dibêjin navê Basûrînê ji Asûriyan tê, hin kes jî dibêjin ji ber ku nêzî Sûriyê navê wê bûye Basûrîn. Di gund de nêzîkî 70 mal hene.Li Başûrê gund Iraq, li Rojavayê gund jî Sûrî heye.Di navbera gund û Sûrî de ava Dîcleyê derbas dibe,lê sînor ji aliyê dewletê ve hatiye dîwar kirin.Li Başûrê gund girek heye. Dibêjin ev gir ji aliyê Asûriyan ve bi destî ji bo xeberdanê hatiye çêkirin.Dû Asuriyan re gund ketiye bin destê Sasaniyan.Aboriya gund li ser çandina pembû,garis,fisteqên binerdî û ajokariyê ye. Hin mal koçî bajêr kiriye û ev koç hêj jî dewam dike.Di gund de kesê herî pîr Hecî Evdirehman e û temenê wî jî nêzî 120 ê ye. Lê hêj lêkolînek û roportajek bi vî kesî re nehatiye kirin.