Bavês

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bavês (bi tirkî: Belliyurt[1]) gundekî girêdayiyê navçeya Elbakê ye.

Gundê Bavêsê ji Elbakê 50 km dûre. Gundê Bavêsê cîhekî nizim hatiye avakirin. Gundên derdorên wî: Xaşkan, Çaldêran, Xecesûr û Şatax e. Nêzikî 40 mal di vî gundê da heye. Nifûsa Bavêsê nêzikî 600 kes in. Karê gundiyan herî zêde li ser cotkarî û ajaldariyê ye.

Gundê Bavêsê zêde beavi ye. Gelemperî baran nabare. Li gund zêde şînahî û daristan jî tine. Bavêsê de eşîrê herî zêde Ertoşî ne.

Pira Bavêsê di derûdorê wî de gelek tê naskirin. Nêzîkê gund de çemekî ku navê wî Avareş heye. Ev çem ji alî gel de tê naskirin û çemekî mezin e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ PKK'nin 35. kuruluş yıldönümü Başkale'de şölen ile kutlandı, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2013