Bavê Nazê
Xuyakirin
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê Nivîs ne ensîkopedîk eyê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. (gulan 2024) |
Bavê Nazê | |
---|---|
Jidayikbûn | 1946 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bavê Nazê, nivîskarekî kurd e.
Di sala 1946'an li gundê Kucuka li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1953 ew hatiye binxetê (Kurdistana Rojava) û li bajarê Amûdê-mala birayê xweyî mezin bicîh dibe- xwendina xwe ye seretayî li Amûdê dixwîne.
Sala 1957 malbata wî temamî tên binxetê,piştra malbat koçe bajarê Hesekê dike û li wir xwendina lîsê sala 1967 dibe serî.
Sala 1969 ji bo xwendina bilind diçe Soviyetê û sala 1980 li zanîngeha Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora bidest dixwe. Sala 1977 li gel Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û SeadeldînMela bi hev re (Rabîtet Kawa lîlseqfe Alkurdiye) ava dikin û di paşerojê de beriya vê destegehê wî berhemên xwe weşandin. Dûre jî li welatên curebecur berhemên xwe di sê waran de hatine weşandin:
- Werger
- Amedekirin
- Afirandin
- Di warê wergerê de ev pirtûk
- Îstişhad albetel alkurdî, Fiyodor Lîtkîn sala 1977 bi zimanê erebî.
- Alcîbal we alsîlah li gel Dr. Ebdî Hacî – 1978.
- Intîfadet alşeyix Seîd 1981 ya nivîserê wê Hisiretiyan.
- Nehdet alkrad alqewmiye we alseqafiye 1985 Celîlê Celîl.
- Kurdistan ma beyine alherbeyin li gel Dr.Seadedîn Mela 1988.
- Berzanî we şehadet altarîx li gel Dr.Ebdî Hacî 2004.
- Pêseka dîroka Kurdistanê ya mela Mehmûdê Beyazîdî 2009 bi zimanê kurdî.
- Qelawiz-şanoya Xoxol(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
- Îzop –şano(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
- Di warê amedekirinê de
- Rêzimana kurdî bo zaroka sala 1996
- Têwriya edeb- ji bo şagirtên zankoyê- zankoya Duhok 2010
- Dîroka edeba Yunanî ya kevinar 2010
- Dîroka edebê romanî birgê 2 sala 2013
- Dîroka edeba serdema navîn û vejînê birgê 3 sala 2013
- Edeba sedsala 17-18 birgê birgê 4 sala 2013
- Edeba sedsala 19-20 birgê 5 sala 2013
- Rêzimana kurdî (têwrî û piratîk) sala 2013
- Ferhenga tîrmên wêjeyî sala 2013.
- Berhemên di warê afirandî de
- Çiyayên bi xwînê avdayî-roman-sala 1978 bi zimanê erebî, sala 1981 bi zimanê rusî- sala 1988 bi zimanê kurdî.
- Hêsir û baran-kurteçîrok-sala 1996
- Miriyê heram-kurteroman-2009
- Dara pelweşiyayî-roman-2011
- Ji berhemên afirandî ku nehatine weşandin
- Tahliya rastiyê
- Dengê ji dûr ve tê nayê bihîstin.
- Ji vekolînên jy hatine belavkirin
- Çi bi Kurdistana sor hat?
- Ber bi zimanekî yekbûyî ve.
- Roman çiye.
- Ehmedê Xanî-weku pêşke di dîwana wî de hate weşandin.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |