Bazirganî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bazirganî karê kirrîn û firrotin û danûstandina pertalan û xizmetkariyan di astekê berfireh da ye, nemaze heker ew pertalên danûstandinkirî li herêmekê ji bo herêmeka dî bihên veguhastin.

Koka peyvê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva bazirganî ji bazar + gan hatiye[çavkanî hewce ye]. Bazar kiryara kirrîn û firotinê anko danûstandinê ye, -gan jî paşgireka avakirina navê bikerî ye. Bi gotineka dî, bazargan ew kes e ko bazarî dike, anko dikirre û difiroşe.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji demên berî dîrokê ve mirovan bazirganî kiriye. Dema mirovan berhemek ji hewcedariya xwe zêdetir berhem îna û hewcedariya wî bi berhemekê dî hebû ko wî her nebû an kêmtir hebû, dest bi danûstandinê kir. Anko, ji bo mînakê, hindek genim da ji bo wê ko hindek nîskan bistîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]