Becwanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Becwanî an becwenî an jî baceronî navê terîqeteke şiî ye (ẍûlatî). Becwanî şaxeke dîrokî ya êla Bacelan a li xaneqînê ne, û rêxistina wan a civatî heta îro jî eşirî (trîbal) ye. Bacwanî li Başurê Kurdistanê, li gundên 45-50 km li başûrê rojhilata Mûsilê dijîn[1]. Wana ola xwe wek yarsantî dizanin, belê gelek kurdolog bawer dikin ku ola becwanan cûda ye, lê hemanên yarsantî, qizilbaşî û şebekî di nav de hene[2].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gunter, M. Michael. Historical Dictionary Of The Kurds. The Scarecrow Press. 2004
  2. ^ Moosa, Matti. Extremist Shiites: The Ghular Sects. Syracuse, NY: Syracuse University Press, 1988.