Bedayiulluxe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ferhenga Bedayiulluxe di orîjînala xwe de, kurdî-farisî bû. Ew ji hêla mêjûnûs û dîroknasê kurd Elî Ekber Kurdistanî ve di salên 1869-1870yî de hatiye nivîsandin. Li Tehranê ji hêla lêkolînerê kurd Mihemed Reûf Tewekkulî ve hatiye belavkirin di sala 1985'an de. Bêhtirî 2500 wêjeyên kurdî yên resen têde hene, ku nivîskar ew ji devên kurdên Sine yê wergirtine. Hêjayî gotinê ye ku Jan Dost ew niha bi kurdî-kurdî jî amade kiriye.