Bedena Çînê
Ji Wîkîpediya
Bedena Çînê (bi çîniya hêsankirî: 长城; bi çîniya kevneşopî: 長城; bi pinyin: Chángchéng; ango, "bedena dirêj") ji gelek birc û diwarên sitûr pêk tê yên ku li bakurê Çînê ji bo parastina welatê Çînê hatiye avakirin. Ev beden gelek caran di şer de hatiye xirakirin û ji nû ve hatiye avakirin. Navê vê bedenê gelek caran hatiye guhertin, lê belê navê wê yê herî naskirî "Bedena Çînê" ye û wê ev nav di dema hikumdariya Ming de girtiye. Dirêjiya vê bedenê li gor çavkaniyan tê guhartin. Li gor raporeke ku di sala 1999'an de hatiye kirin, dirêjiya wê 6.700 km ye.