Bedirxanê Evdalxan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bedirxanê Evdalxan an Bedirxan Beg (1803 li Cizîrê1868 li Şamê) navberê salên 1836 û 1847 mîrê Cizîrê û Botanê bû. Ew hemdem û hevalê Xan Mehmûdê Miksî bû. Bedirxan Beg ji Malbata Azîzan/Azîzî bû. Şerefxan Bedlîsî di Şerefnameya xwe de îdia dikê ku malbata Azîzan berê ezîdî bûn.

Di sala 1830ê de îdara Botan xist destên xwe. Bi mîrê soran Mîr Mihemed re tifaq çêkir. Ji ber tifaqê, osmaniyan êrîşî herdu mîran jî kir. Bedirxan Paşa, derbasî Îranê bû. Di sala 1838ê de vegeriya paytextê xwe, bajarê Cizîrê. Di demeke kurt de îdara xwe li Cizîrê xurt kir. Li ser navê xwe pere derxist û xudbe da xwendin. Ji bo welatekî serbixwe pîlan çêkir. Bi eşîrên kurdan yên din re û bi filên welêt re tifaq danî. Osmanî, ji xurtbûna Bedirxan Paşa gelekî ditirsiyan. Gelek caran êrîşî hêzên Paşê kir. Lê belê bi serneket.

Dewletê, di sala 1847ê de bi hemû eskerên xwe carek din êrîşî Botanê kir. Ji ber xiyaneta biraziyê mîr, Yezdanşêr, Bedirxan Paşa teslîm bû. Osmaniyan ew sirgunî Stenbolê, paşê sirgunî Sûriyê kir. Bedirxan Paşa li Sûriyê di sala 1868ê de çû ser dilovaniya xwe. Tirba Bedirxan Paşa niha li Şamê ye.

Hijmara zaroyên Bedirxanê Evdalxan giha bû 96 zarokî. Gava ew çû dilovaniya Xwedê ji van 96 zarokan 21 kur û 21 keç ma bûn. Yek ji kurên mezinî Bedirxanê Evdalxan, Mîr Emîn Alî Bedirxan, bavê Celadet bû.