Bedirxan Sindî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dr. Bedirxan
Navê rastî
Dr. Bedirxan Sindî
Jidayikbûn1943
EsilKurd
Hevwelatî Kurdistan
Perwerdeli Ingilîstanê doktora wergirtiye
PîşeHelbestvan, Nivîskar
BandorbarEhmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran
biguhêreBelge

Dr. Bedirxan Sindî (Rojbûn 1943 li Zaxo li Başûrê Kurdistanê) nivîskar, helbestvan û wêjevanekê kurd e.[1]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Ingilîstanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûkên jêrî gehandîne çapê:

  • Civata kurdî di edebê wîda
  • Sadiq Behaeddîn Amêdî nivîskarekî kurd e, 1983
  • Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî
  • Zêmarên Çiyayî,hozan

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ASO (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine).
  • EY FELEK (bûye sitrane ji hêla şivan Perwer ve hatiya gotine).
  • BÊRÎVAN (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine).
  • EZ KEÇIM KEÇA KURDANIM (bûye sitrane ji hêla Gulbuhar ve hatiya gotine).

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "ÊVAR BAÞ - www.evarbash.com". www.amude.net. Ji orîjînalê di 20 hezîran 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 îlon 2020.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]