Ludwig van Beethoven

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Beethoven hat beralîkirin)
Ludwig van Beethoven
Beethoven bi destê Joseph Karl Stieler, 1820
Jiyan
Jidayikbûn17ê kanûna pêşîn a 1770
Bonn, Împeratoriya Romê ya Pîroz
Mirin26ê adara 1827
Viyana, Împeratoriya awûstrî
Cureyê muzîkêMuzîka klasîk
PîşeBestekar (kompozîtor), piyanîst, dîrektorê orkestrayê
AmûrPiyano
biguhêreBelge

Ludwig van Beethoven (17ê kanûna pêşîn 1770 – 26ê gulanê 1827), bestekarekî navdar yê alman bû.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zarokatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîkjenê cîhanî yê navdar Ludwig Van Beethoven ku bi navê Beethoven tê naskirin, di 17ê kanûna pêşîn a 1770î de, li paytexta berê ya Almanya bajarê Bonnê ji dayîk bû ye. Lê belê bi awayekî fermî rojbûna wî di 16 mehê de hatiye naskirin.

Beethoven di zaroktiya xwe de gelekî êşiya. Kesên ku lêkolîn li ser jiyana wî çêkirine dinivisînin ku ew zaroktiya xwe nejiyaye û her demê xemgîn û azar bû ye. Bavê wî alkolîk bû û guh nedida karûbarê malê. Ew gelek caran serê sibê zû ji mal derdiket û derengê şevê vedigeriya. Tevî ku bavê Beethoven alkolîk bû jî, wî baş li piyano dixist. Ew mamostayê wî yê yekem bû. Wî berê kurê xwe da muzîkê û xwest ew bibe muzîkjenekî navdar.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beethoven, di 12 saliya xwe de berhema xwe ya pêşîn derxist û navê wî weke piyanîstekî şareza hate belavkirin. Lê belê Beethoven ji jiyana xwe ne razî bû.

Diya wî di nava nivînê de nexweşiyeke giran bû. Piştî ku ew dimire, Beethoven 17 salî ye. Barê malê tev dikeve ser milê wî û ew ji zaroktiya xwe berpirsiyariyeke mezin hildigire. Rewşa derûnî ya Beethoven xerab dibe. Ji xeynî muzîkê tu dermanekî din jê re nanîne. Dema ku ew di wê rewşa xerab de tê dîtin, hakimê bajarê Bonnê yê wê demê wî bi tenê nahêle û xwedî lê derdikeve.

Di sala 1789an de, Beethoven dişîne paytexta muzîk û hunerê bajarê Viyena û wî ji wê rewşa xerab ya ku ew têde ye rizgar dike. Li Viyena Beethoven perwerdeya muzîkê dibîne û ji xwe re kesayetiyeke taybet ya hunerî ava dike. Ew di demeke kin de meşhûr dibe û dikeve nava çîna arîstokrat, ji aliyê malbata melik ve jî tê ecibandin û ew dibe dostekî malbatê. Lê belê Beethoven, feqîr dijî û feqîr jî dimire. Beethoven her wiha sedema feqîrî û perîşaniya xwe di jiyanê de xistiye stuyê muzîkê û gotiye muzîk bû sedem ku ew di jiyana xwe de xweşiyê nebîne.

Şuhreta Beethoven piştî kerrbûna wî zêdetir dibe. Beethoven di 32 saliya xwe de kerr dibe. Ew ji ber vê yekê gelekî azar dibe, carekê ji dostekî xwe re dibêje: Heyf ezê êdî nikaribim li dengê neyê jî guhdarî bikin… Lê belê baştirîn berhema xwe di dema kerrbûna xwe de derdixe. Ew jî senfoniya 5em û ya 9em e.

Lêkolînerên jiyana Beethoven dibêjin, piştî ku ew kerr bû ye, êdî pêwendiyên xwe yên civakî kêm kirine û weke berê neçûye konsert û şahiyên giştî, piraniya dema xwe li mal derbas kiriye. Ew nezewicî. Lê belê gelek jin aşiqî wî bûn û wî bi xwe jî ji gelekan hez kir. Piraniya jinên ku aşiqî wî bûn jî şagirtên wî bûn.

Beethoven di senfoniya 9an de gotina di dilê xwe de dibêje: "Hemû însan bira ne"[çavkanî hewce ye].

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî mirina xwe Beethoven li ser Senfoniya 10an kar dikir, lê belê mirinê rê neda ku ew wê berhemê biqedîne. Beethoven di sala 1827an de li Viyena, di 57 saliya xwe de çavên xwe ji bo cara dawîn digire û dimire. Zêdetirî 30 hezar kes beşdarî rakirina cenazeyê wî bûn.

Beethoven dirêj nejiya, lê belê di salên jiyana xwe de berhemên wiha pêşkêşkirin ku di dîrokê de hem wî, hem jî gel û welatê wî serberz û zindî bihêlin. Beethoven mir, lê belê ew hîn jî dijî û roj bi roj zindîtir dibe.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Senfonî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Senfoniya 1em bi C, opus 21 (1799-1800)
  • Senfoniya 2em bi D, opus 36 (1801-1802)
  • Senfoniya 3em
  • Senfoniya 4em
  • Senfoniya 5em
  • Senfoniya 6em
  • Senfoniya 7em
  • Senfoniya 8em
  • Senfoniya 9em
  • Senfoniya 10em

Konçerto[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sonata (bi piyano)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîka jûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîka ji bo orkestrayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Opera[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîka ji bo koroyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîka ji bo deng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]