Behmen Qubadî
Behmen Qubadî (1'ê reşemiyê 1969, Bane) derhênerekî kurd e.
Jînenîgarî [biguherîne]
Behmen Qubadî di sala 1969'an de li bajarê Baneyê, li rojhilata Kurdistanê hatiye dinê. Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir. Piştî li Tehranê Dibistana Bilind ya Weşan û Çapemeniyê qedand, dest bi wênekêşiya Sanayiyê kir.
Di navbera salên 1995-1999 derhêneriya 10 kurtefîlmên ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat stendiye, kir. Yek ji van fîlma Jiyana li Mijê di Festîvala Clermont-Ferrand (li Fransa) Xelata Juriya Taybet stend.
Di sala 1999 di fîlma derhêner Abbas Kierostamî ya "Ba wê me hilde" asîstantiya sereke kir û di fîlma Samira Makhmalbaf ya Textê Reş de jî yek ji rolên sereke lîst.
Fîlma Qubadî ya Dema Hespên Serxweş di sala 2000'î de di Festivala Cannesê ya Filmê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI girt.
Fîlmografî [biguherîne]
| Fîlm | Sal | |
|---|---|---|
| Golbaji | 1990 | Kurtefîlm |
| A Glance | 1990 | Kurtefîlm |
| Again Rain with Melody | 1995 | Kurtefîlm |
| Party | 1996 | Kurtefîlm |
| Like Mother | 1996 | Kurtefîlm |
| God's Fish | 1996 | Kurtefîlm |
| Notebook's Quote | 1996 | Kurtefîlm |
| Ding | 1996 | Kurtefîlm |
| Life in Fog | 1997 | Kurtefîlm |
| The Pigeon of Nader Flew | 1997 | Kurtefîlm |
| Telephone Booth | 1997 | Kurtefîlm |
| Dema Hespên Serxweş | 2000 | |
| Awaza Dayîka Niştiman | 2002 | |
| War is Over | 2003 | Kurtefîlm |
| Daf | 2003 | Kurtefîlm |
| Kûsî Jî Dikarin Bifirin | 2004 | |
| Nîvê Heywê | 2006 |