Belgiya

Ji Wîkîpediya

Koninkrijk België
Royaume de Belgique
Königreich Belgien


(Keyaniya Belgiyayê)
Belgiya

Flag of Belgium (civil).svg
Ala
Sirûda netewî:
La Brabançonne
Europe location BEL.png
Zimanên fermî Flamanî, fransî, almanî
Serxwebûn 1830
Paytext [[Bruksel]]
Serokdewlet Albert II
Serokwezîr Herman Van Rompuy
Rûerd 30 528 km²
Gelhe 10 511 382
Berbilavî 342 kes/km²
Dirav Ewro (EUR) €
Navçeya demjimêrî (UTC) UTC+1
Nîşana înternetê .be
Koda telefonê +32
Be-map.png


Nexşeya Belgiyayê


Belgiya an jî Keyaniya Belgiyayê (bi flamanî: Koninkrijk België, bi fransî: Royaume de Belgique, bi almanî: Königreich Belgien) welatek li rojavayê Ewropayê ye. Di kevê ser sinorên çar welatan: li rojhilatê welat Almanya, Luksembûrg di kevê başur-rojhilat û Holand jî dikeve bakurê vî welatî. Beşekê mezin yê welatê Belgiyayê di kevê ser sinorê Fransayê. Herwisa beşekê biçûk ji vî welatî di kevê ser Deryaya Bakur. Deshelata vî welatî demokratî û federalî ye, lê şahîtî (melik) jî hêj heye. Paytextê Belgiyayê Bruksel e. Bruksel dikeve navenda Belgiyayê. Herwesa Belgiya ji deh parêzgehan pêk hatiye. Bajarên dî yên Belgiyayê yên giring evin: Antwerpen, Gent, Charleroi, Luik û Brugge. Zimanên fermî yên Belgiyayê flamanî (60%), fransî (40%) û almanî (< 1%) ne.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Herêmên Belgiyayê

Herêmên Belgiyayê deh in. Ji van pênc flaman û pênc jî wallon (fransîaxêv) in. Bruksel ne tevî van herêman e.

Herêmên Belgiyayê

Herêmên Fleman:

Herêmên Wallon:

[biguherîne] Berberiya herêman

Herêmên Belçîkayê
Herêma Brukselê-Paytext (Şîn)
Herêma Wallonan (Sor)
Herêma Flamanan (Zer)

Belgiya ji dû gelên sereke pêk tê: ew jî flaman (60 %) û valonî (40 %) ne. Flaman bi zimanekî (anjî dîalektek) nezîkî holendî û valonî jî bi fransî diaxifin. Li Brukselê 80% ji rûniştvanê bajêr bi fransî û ên din jî bi flamanî diaxifin -eger biyanîyên ku li Brukselê kar dikin li ber çavan neyên girtin. Ji alîyê cografîk ve Bruksel li navenda Belgiyayê dikeve û bajar weke giravekê di nav herêma flamanan deye. Lê çiqasî bajar dikevê nav herêma flamanan jî, dîsa piranîya niştecihên bajêr ne bi flamanî, lê bi fransî diaxifin. Sedemen vê yeke jî dîrokî ne û bî tesîra zimanê fransî di sedsalên borî de girêdayî ye. Belgiya di nav wan sînorên kû em îro dibînin di sala 1831 de hat damezrandin. Di navbera flamanan û valonîyan de hertim raqîbiyet û tengezarî hebûn, lê evyek tucara nebû sebeba şer û bihevçûnên çekdarî, ku hêjayî gotinê bin. Piştî pevajoyek dirêj ku Belçîka di nav de gelek caran bi parçebûne rûbirû ma û munaqeşeyên kûr li ser pirsa Brukselê di salên şêstî de, di sala 1970 de biryar hat girtin kû Belçika bibê dewletek federal kû ji sê herêman pêk bê: herêma flamanan, herêma valonîyan û bajarê Brûksel. Brûksel ji ber wê yekê kirin herêmek otonom, ji ber ku herdû alîyan nekarîbûn li hev bikin, ka bajar bikêvê nav herêma kijan alî: ji bo flamanan Bruksel bajarekî ji alîyê dirokî ve bajarekî flamanî bû û herweha diket nav herêma flamanan, lê li gor valonîya Bruksel bajarekî fransî bû û hejmara niştecihên bajêr jî evjek nîşan dida. Û ji alîyê din ve, sedemek herî giring jî ew bû, ku pêwistî bi baytextek ne di bin desthilatdarîya yekî ji herdû alîyan de dihat dîtin. Ji bo van sedeman dawîya dawî -çiqasî biryar di sala 70`yî de hatibê stendin jî- di sala 1989 de Bruksel bû herêmek otonom. Ji xeynî herêmên otonom -kû xwedî dezgehen fermî ne- her komek civakê (flaman, valon û elman) jî xwedî statû û dezgehên fermî ne. Yanî li hêlekê parlamena herêma Valonya heye û li alîyê din parlamena gelê valonî jî heye. Wek nimûne parlamena herêma Valonya tenê li ser gelê di nava sînorên herêma xwe da hukumdare, lê parlamena gelê valonî ji bo hemû mirovên valonî berpirsyare, ew li kudera Belgiya bijîn bila bijîn.

[biguherîne] Galeriya Wêneyan

[biguherîne] Girêdanên derve

C:Commons
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Belgiya hene.


 
Endamên Yekîtiya Ewropayê û Berendamên Yekîtiya Ewropayê
Ala Yekîtiya Ewrûpayê

Endamên yekîtiyê: Almanya | Awistriya | Belgiya | Brîtaniya mezin | Danîmarka | Estonya | Fînland | Fransa | Holand | Îrland | Îtalya | Çekiya | Letonya | Lîtvanya | Lûksembûrg | Macaristan | Malta | Poland | Portûgal | Kîpros | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya

Berendam : Tirkiye | Kroatya | Makedonya


Asya Dewletên Ewropa

Albanya | Almanya | Andorra | Awistriya | Azerbaycan | Belgiya | Bêlarûs | Bosniya û Herzegovîna | Brîtanyaya mezin | Bulgaristan | Çekiya | Danîmarka | Ermenistan | Estonya | Fînland | Fransa | Gurcistan | Holand | Îrland | Kroatiya | Îsland | Îtalya | Kîpros | Makedonya | Letonya | Lîştinştayn | Lîtvanya | Lûksembûrg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Norwêc | Poland | Portûgal | Qazaxistan | Romanya | Rûsya | San Marîno | Serbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Swîsre | Tirkiye | Ûkrayna | Vatîkan | Yewnanistan

Zimanên din