Benîştê kerengê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Benîştê kerengê ji qurmê kerengê tê çêkirin. Bi taybetî li Serhed, Xerzan. Dêrsim, rojhilatê Kurdistanê û Amedê tê zanîn. Dema kereng qert dibin, pelên wê zer dibin, qurmên wê tên berhevkirin û ji wê jî benîştê çêdikin.

Qurm bi kêrê tê qulkirin (qun) ango hinekê jêdikin. Jê şîrê kerengê dikişe, diniqute. Ev şîr hişk dibe. Zarok vê şîrê hişkkirî berhevdikin, pakij dişon, dikin nava ava pakij. Li Kurdistanê malbat jî heger derfetê bibînin benîştê kerengê çêdikin, li sûkê difiroşin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê viya dikin, lewra ji ber qedexeya zozanan, şewitandina gund û daristanan, bi milyonan kurd mecbûr mane li navendên bajaran di nava xizaniyê de bijîn û bo wê jî divê pere qezenc bikin.

Benîştê kerengê diranan pakij dike, goştê diranan qahîm dike. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin lê di bijîşkiya gelêrî de bo hezimkirina xwarinê tê pêşniyarkirin.

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]